Hêzên parastinê ji bo tolhildana Seida û Hind dest operasyoneke berfireh kir

Hêzên parastinê ragihand ku ji bo tolhildana Seida û Hind ku li navçeya Deşîşa ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatin qetilkirin, yekîneyên wan di 4`ê Sibatê de dest bi operasyoneke berfireh kir.

Hêzên parastinê ji bo tolhildana Seida û Hind dest operasyoneke berfireh kir
5 sibat, 2021   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê dauxyaniyek ji raya giştî re parve kir.

QSD`ê di daxuyaniyê de diyar kir ku sûc û êrişên çeteyên DAIŞ`ê li herêma Dêrazorê zêde bûne, li ser wê yekê hêzên wan bi hevkariya YPG, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 4`ê Sibatê de li dijî çeteyên DAIŞ`ê operasyoneke berfireh da destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku operasyon li seranserê herêma Dêrazorê û li herêmên li ser sînorên Sûriye-Iraqê tê lidarxistin û wiha hate gotin: “Di 24 saetên destpêkê de, bi ser bi dehan nuqteyên çeteyan de hate girtin, bi dehan çete hatin binçavkirin û gelek cebilxane hate desteserkirin.”

QSD`ê diyar kir ku operasyon hîna dewam dike û agahiyên zêdetir dê di rojên pêş de ji raya giştî re werin parvekirin.

Hevseroka meclisa bajarokê Til Şayîr a girêdayî navçeya Deşîşa ya Hesekê Seida Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr ku her du jî ji pêhateya Ereb in, ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatin revandin û piştre hatin şehîdxistin.

)cx(