HDP'ê serdana partiyeke opozîsyona Tirkiyê kir

Şandeyeke HDP'ê serdana serokê partiya CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu ya opozîsyona Tirkiyê kir.

HDP'ê serdana partiyeke opozîsyona Tirkiyê kir
5 sibat, 2021   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Serdana HDP'ê di çarçoveya kampanyaya ''Ji bo her kesî adalet'' de pêk tê ku 8'ê Çileyê dabû destpêkirin.

Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar û şandeya pê re, îro serdana serokê giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu kir.

Di hevdîtinê de Sancar, berdevka partiyê Ebrû Gunay, cîgirê hevserok Tuncer Bakirhan, parlamenter Sarûhan Olûç û Fatma Kurtulan jî hazir bûn.

Hevdîtinê bi qasî nîv saetê dom kir, hate diyarkirin dema hevdîtinê ji bo biryarên DMME'yê û ji bo avakirina demokrasiyê pêşniyar hatine kirin.

Hevseroka Mîthat Sancar piştî hevdîtinê got: ''Hevdîtinên me wê bidomin, piştî vê em ê serdana Partiya Gelecekê bikin, 9'ê Sibatê û piştre jî serdana Partiya Deva bikin.''

Sancar bal kişand ser bicihneanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û rejîma qeyûman û got: ''Têkoşîna li dijî rejîma qeyûman têkoşîna demokrasiyê ye.''

Her wiha Sancar got divê Tirkiye li pergala demokratîk a parlamenter vegere.