Rojnameyên erebî: Dê Amerîka ji pêkanîna qanûna Qeyser paşde venegere

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî dosyaya Sûriyê û siyaseta nû ya DYA`yê li hemberî aloziya Sûriyê, guhertina destûrê, rewşa Tirkiyê û têkiliyên Ewropa û Rûsyayê, nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Dê Amerîka ji pêkanîna qanûna Qeyser paşde venegere
4 sibat, 2021   08:41
NAVEND NÛÇEYAN

 WEZARETA KARÊN DERVE YA AMERÎKA: EM DI PÊKANÎNA QANÛNA QEYSERÊ DE GAVAN PAŞDA NAVÊJIN

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Hin derdorên li Washingtonê dibînin ku tevî ku hîna bijarkên siyasî yên nû yên Jeo Biden û stratejiya wî li hemberî aloziya Sûriyê hîna xuya nebûye jî, lê belê di qonaxa heyî de pêkanîna “qanûa Qeyser” mijareke sereke ye ji bo Wezareta Karên Derve. Heta ku di dema pêş de ev stratejî diya dibe.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji rojnameya Şerq El-Ewsat re piştrast kir ku dê rêveberiya Biden di pêkanîna “qanûna Qeyser” de ku rêveberiya berê ya Amerîka di 2019`an de ferz kiribû, paşde gavan navêje.“

Berdevkê wezaretê got ku rêveberiya nû di pêkanîna qanûnê de tiştekî girîng di ber çav re derbas dike, ku xetên bazirganiyê, alîkarî yan xebatên mirovî j bo gelê Sûriyê, nebin hedef. Her wiha dê qanûn zirarê nede aboriya Lubnanê û gelê Lubnanê. Berdevkê wezaretê wiha domand: “Helbet, qanûn li dijî wan kesayetan e ku piştgiriyê didin rejima El-Esed û gihaştina çareseriyeke siyasî ya aştiyane ya li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî ya hejmar (2254) asteng dikin.”

Rêveberiya serok Biden piştrast kiribû ku di demeke nêz de heta ji bo sedemên exlaqî be jî, dê ji Sûriyê venekişe.

GUEHRTINA DESTÛRÊ TETBÎQATEKE ERDOGAN E JI BO SERWERIYA DESTHILATÊ

Rojnameya El-Ereb jî di hejmara xwe ya îro de, behsa tetbîqatên nû yên serokkomarê Tirkiyê kir ku bi wê yekê serweriya xwe li ser desthilatê xurtir dike û wiha nivîsî: “Aliyên opozîsyonê “suprîza” serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a derbarê guhertina destûrê de, wekî tetbîqat bi nav kirin, ku armanca wê ya sereke xurtkirina serweriya xwe li ser desthilatê ye û misogerkirina hevkariya xwe bi CHP`ê re ye, da ku rê li guhertinên ku dibe opozîsyon di pêşerojê de çêbike, bigire.”

BINÇAVKIRINA NAVALNY HÊZEKE HIQÛQÎ DIDE EWROPAYÊ DA KU ZEXTÊ LI RÛSYA BIKE

Rojnameya El-Beyan jî behsa pêşketinên di dosyaya binçavkirina muxalîfê Rûs Aleksey Navalni û biryara dadgehê ya cezayê girtinê heta 2 salan, kir û wiha got: “Binçavkirina muxafîlê Rûsyayê Aleksey Navalni ji aliyê hikumeta Rûsyayê ve, kaxizeke hiqûqî ya nû da Yekitiya Ewropayê, di çarçoveya têkiliyên bi Rûsyayê re. Berê jî nakokiyên her du aliyan di gelek dosyayan de hebûn.”

Hikumeta Almanyayê duh (çarşemê) ragihand ku ferzkirina YE`yê cezayên nû li dijî Rûsya piştî girtina Navalni, tiştekî “ne dûr e”.

Gelek çavdêrên Rûs û biyanî dibînin ku biryara dadgehê ya der heqê Navalni dê têkiliiyên di navbera Rûsya û welatên Ewropayê de bi girêgtir bike û dê bibe sedemeke ferzkirina cezayên nû li dijî Rûsya yan li dijî saziyên Rûsyayê û berpirsên mezin.

(cx)