Rûspiyên Holê: Armanca dewleta Tirk têkbirina vîna gelên herêmê ye

Şêx û rûspiyên navçeya Holê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi gefxwarinên xwe li dijî herêmê armanc dike ku vîna gelên herêmê û Rêveberiya Xweser tune bike.

Rûspiyên Holê: Armanca dewleta Tirk têkbirina vîna gelên herêmê ye
4 sibat, 2021   08:48
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên qaşo bi navê Artêşa Wetenî ya Sûriyê hewl dide qada dagirkirina xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê fireh bike. Ji ber wê gefê li herêmê dixwe û pêkanîna sûcan didomîne.

Dewleta Tirk bi hincetên ne rast geleke herêmên Sûriyê mîna Bab, Cerabuls, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagirkirin.

Niha jî gefa pêkanîna êrişên din li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî dagirkirina Şengalê dixwe.

`TÊKBIRINA VÎNA GELAN`

Rûspiyê êla El-Xewatne ya li Holê, Ebdulhemîd Ebdulhemîd ji ANHA`yê re axivî û got: “Em êriş û gefên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin. Dewleta Tirk dewleteke dagirker e. Hewl dide herêm û bajarên din ên herêmê dagir bike da ku vîna gelên herêmê têk bibe û gelên wê berbelav bike.”  

Ebdulhemîd wiha domand: “Ji gelên herêmê tê xwestin ku li hemberî van êrişan li ber xwe bidin û piştgiriya Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bikin.”

Ebdulhemîd bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê rawestînin.

`KOÇBERKIRINA ŞÊNIYAN`

Ji aliyê xwe ve rûspiyê El-Sadat Deham Xelef diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji gef û sûcên ku pêk tîne armanc dike pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bide koçberkirin.

Derbarê berpirsyariya ku divê gelên herêmê li hemberî vê yekê pêk bînin, Deham Xelef got: “Divê pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan û yên din bibin yek û dagirkeriyê ji tevahiya axa dagirkirî derxin. Dewleta Tirk a dagirker hewl didin careke din êrişî bike, şêniyan bikuje û wan bide koçberkirin.”

`DIVÊ BI TEVLIHEVIYÊ NEYÊ XEPANDIN`

Hevserokê Şaredariya Gel a navçeya Holê Emmar Mûsa sedema gefên domdar ên li dijî herêmê ji hêla dewleta Tirk ve vegerand aloziya aborî ya li Tirkiyê. Mûsa wiha domand: ”Ji lew re û ji bo tunekirina Rêveberiya Xweser a ku bi zendên tevahiya pêkhateyên herêmê ava bûye, gefa dagirkirinê li dijî Şengal û Dêrikê dixwe".”

Musa di dawiyê de ev yek got: “Divê pêkhateyên herêmê piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin û bi hewldanên tevliheviyê yên ji hêla hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker ve, neyên xapandin.”

(şx)

ANHA