Li rojhilatê Dêrazorê pêketiyên Laşmanya ji sedî 77 kêm bûye

Dermanên ku Komîteya Tenduristiyê ya rojhilatê Dêrazorê li ser şêniyên ku bi Laşmanya ketine belav kir, hîşt ku rêjeya belavbûna wê ji sedî 77 kêm bibe.

Li rojhilatê Dêrazorê pêketiyên Laşmanya ji sedî 77 kêm bûye
Li rojhilatê Dêrazorê pêketiyên Laşmanya ji sedî 77 kêm bûye
Li rojhilatê Dêrazorê pêketiyên Laşmanya ji sedî 77 kêm bûye
Li rojhilatê Dêrazorê pêketiyên Laşmanya ji sedî 77 kêm bûye
4 sibat, 2021   08:25
DÊRAZOR-FATME EL-EBID

Li rojhilatê Dêrazorê piştî ku QSD`ê ewlehî misoger kir, welatî vegeriyan malên xwe. Bi vegera welatiyan re, Laşmanya yan jî bi "Heba Helebê" tê nasîn li herêmê pir belav bû.

Şêniyên rojhilatê Dêrazorê, digel tunebûna derfetên tenduristî li herêmê, azarên zêdebûna kesên bi Laşmanya diketin, kişandin. Lê dermanên ku Komîteya Tenduristî ya rojhilatê Dêrazorê li şêniyan belav kirine, hişt ku kesên bi Laşmanya dikevin, pir kêm bibe.

Ji rêveberên komîteyê, Meryem Ewed got: " Piştî vegera şêniyan li warên xwe, me dest bi hemleya belavkirina dermanên Laşmanya kir. Me di Sibata 2020’an serjimariya kesên bi Laşmanya ketine, çêkir. Hejmara kesên bi Laşmanya ketibûn ji Hecînê heta bi Baxozê 18 hezar bû."

Li gorî Komîteya Tenduristiyê ya Rojhilatê Dêrazorê, piştî dabînkirina dermanê Laşmanya û belavkirina wê, hejmara pêketiyên Laşmanya pir kêm bûye û niha tenê 4 hezar kes bi Laşmanya ketine.

Meryem Ewed wiha domand: "Derman bi hevkariya bi Komîteya Tenduristî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê re hat dabînkirin û piştre bi hevkariya bi navenda perwerdê ya Hecînê re hat belavkirin."

Ebûd Xelef ji şêniyê Sosê yê rojhilatê Dêrazorê têkildarî mijarê axivî û da zanîn ku ew azarê ji vê pandemiyê dikişînin, ji ber nebûna dermanan hîn caran ew astengî dibînin.

Zaroka bi navê Ehid Hisên ji Baxozê li ser êşa xwe bi vê nexweşiyê re axivî û got: "Min li derve dilîst û mêşekê bi min dada. Ez çûm navendê da ku tedawî bibim. Lê dema tedawîkirinê dirêj bû û wê demê jî derman pir kêm bû."

Ji rêveberên komîteya teduristî Meryem Ewed piştrast kir ku nexweşî di dema vegera şêniyan li malên xwe de, belav bû, bi taybet Hecîn û Baxozê, ji ber ew her du herêm hatibûn rûxandin û çop di bin kavilan de bûn.

Meryem Ewed wiha domand: "Nexweşî li herêmê pir belav bûbû, ji lew re me dest bi hemleyên danasînê wek tedbîrên xweparastinê kir. Her wiha piranî şênî jî vê nexweşiyê nizanin. Dem heb li ser wan xuya dikir, nizanin hebê Laşmanyaye yan jî tiştekî din e."

Şêniyên herêmê bang li aliyên pêwendîdar û komîteya tenduristiyê kir ku kavilan rakin, da ku pandemî sivik bibe.

(fr)

ANHA