Li Başûrê Kurdistanê çapemenî di destê desthilatê de ye

Li Başûrê Kurdistanê çapemenî di destê desthilatê de ye
4 sibat, 2021   01:11

SERDEM SILO

Di serdema me de, çapemenî bûye desthilata yekem û xwediya rola sereke di eşkerekirina rastiyan de. Lê belê hikumetên desthilatdar wê ji armanca wê ya sereke dûr dixin û ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Ev rola neyinî ya desthilatê bandor li çapemeniya kurdî jî kiriye, mînaka herî berbiçav a vê yekê jî desthilata Başûrê Kurdistanê ye.

Sîstema kapîtalîst ji bo nixumandina gendeliyê û dosyayên xwe û veşartina wan ji raya giştî, dezgehên çapameniyê yên taybet bi xwe ava dike da ku desthilata xwe biparêze û berê gel bide aliyê ku ew dixwaze. Em bala xwe bidinê, hikumetên hemû dewletan saziyên çapemeniyê yên taybet ava dikin û pereyên mezin ji bo wan vediqetînin. Lê belê dema ku vê yekê dikin, ne ji bo ku ew dezgeh li gorî pîvanên çapemeniyê kar bikin, lê belê ji bo propagandaya wan hikumetan û siyaseta wan bikin û gendeliya di nava wan de binixumînin.

Li ser vê esasê, hemû hikumetên desthilatdar xwedî dezgehên çapemeniyê yên taybet in û bi şev û roj ji bo parastina wan hikumetan kar dikin. Ji ber siyaseta wan hikumetan, dezgehên çapemeniyê yên di bin sîwana çapemeniya azad û demokratîk de kar dikin, rojane rastî zext, binçavkirin, qedexekirina şopandina bûyeran û astengkirina bidestxistina agahiyan tên, ji bo ku tu lêpirsîn an dosyayên gendeliyê belav nekin.

Heke em behsa rola çapemeniya azad û demokratîk a li Başûrê Kurdistanê bikin, divê em behsa hikumetê û partiya desthilat a wir jî bikin. Di vê çarçoveyê de, hikumeteke desthilatdar heye ku xebatên çapemeniya azad asteng dike. Dezgehên çapemeniyê yên li Başûrê Kurdistanê yekser girêdayî partiyan in, bi taybet PDK û YNK. Her wiha xebatkarên çapemeniyê bi pereyan tên xapandin.

Ji ber wê yekê, dema ku dezgeheke çapemeniyê bixwaze li Başûrê Kurdistanê kar bike, divê li gorî siyaseta partiyekê kar bike. Di vê rewşê de, divê ew dezgeh di çarçoveya sînorên diyarkirî de û li gorî pîvanên çapemeniyê li Başûr, kar bikin. Heke xwestin lêkolîn an raporekê çêkin, dê welatiyên herêmê vê pirsê jê bikin: tu girêdayî kîjan alî yî? Ev tişt piştrast dike ku çapemenî li Başûrê Kurdistanê girêdayî partiyan e. Ji ber wê sedemê em nikarin bêjin ku li Başûr dezgeheke çapemeniyê ya azad anku di bin sîwana çapemeniya azad de kar dike, heye.

Ji lew re, dezgehên çapemeniyê li Başûrê Kurdistanê di çarçoveya sînorên berjewendiyên partiyan û hikumetê de kar dikin û nikarin wan sînoran derbas bikin. Çi qasî dezgeheke çapemeniyê pesna hikumetê yan partiyekî bide, dê ew dezgeh ji bo hikumetê û partiya desthilatdar azad be. Têgeha çapemeniya azad li Başûrê Kurdistanê bi vê rengî ye. Ji bilî wê, çapemenî nikare tiştekî bike, ji ber ku wê xwe bixe xetereyê.

Li Başûrê Kurdistanê, xebatkarên çapemeniya azad rastî hemû cureyên tengavkirinê tên, wekî binçavkirin, qexekirina şopandina bûyeran û dibe ku hin caran rastî kuştinê jî bên. Gelek rojnamevan ji ber ku dosyayên girêdayî gendeliya hikumetê belav kirine, hatin kuştin. Hikumetê der bare kuştina wan de tu lêpirsîn venekirin. Gelek rêxistinên hiqûqî xwest lêpirsîn bê vekirin û sedemên kuştina rojnamevanan bên nasîn. Ji wan rojnamevanên hatine kuştin; Kawa Germiyanî, Wedat Hisên, Zerdeşt Osman, Soran Mam Hemê, Ebdullah Rezaq û Tahir Şerîf.

Hîna jî çarenûsa gelek rojnamevanên li herêmên PDK`ê heta niha ne diyar e, ji wan rojnamevan Şêrwan Şêrwanî û Omîd Biroşkî. Li kêleka wê yekê, dezgehên çapemeniya azad nikarin derbasî rûniştinên parlamentoyê bibin an jî hin bûyerên li daîreyên fermî yên hikumetê bişopînin. Ew dezgeh li gorî “qanûnên çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê” rastî hemû cureyên cezayan tên û miqdarên mezin ên pereyan didin. Di wê rewşê de, ew dezgeh neçar dimînin ku deriyên xwe bigirin.

Navenda Metro di raporeke xwe ya sala par de, piştrast kir ku di 2020`an de binpêkirina li dijî rojnamevanan li herêma Kurdistanê zêde bûne. Navendê 385 rewşên destdirêjî û binpêkirina li dijî rojnamevanan belge kirin, her wiha diyar kir ku wan 163 rewşên qedexekirina şopandina bûyeran, 74 rewşên binçavkirinê bêyî biryara dadgehê, 40 rewşên gefxwarin û biçûkxistinê, 42 rewşên desteserkirina alavên rojnamevanan û 4 rewşên girtina dezgehên çapemeniyê, belge kirine.

Navenda Metro ya Parastina Mafên Rojnamevanan di rapora xwe de destnîşan kir ku binpêkirinên li dijî rojnamevanan her ku diçe zêdetir dibin û ew yek ji ber nepêkanîna qanûnên girêdayî parastina rojnamevanan, pêk tê. Her wiha ji ber aloziya aborî, bandorên vîrusa koronayê û nakokiyên di navbera aliyên siyasî de ku bandor li rewşa çapemeniyê kir, binpêkirin zêde bûn.

Seroka parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq di axaftina xwe ya 16`ê Çileyê ya kongreya Navenda Metro de li bajarê Silêmaniyê, wiha got: “Partî xwedî dezgehên çapemeniyê yên taybet in, gel vê yekê baş dizane. Li aliyekî din jî, çapemeniya ku xwe wek “azad” bi nav dike jî, hin partî piştgiriya wê dikin da ku karên partiyan ên neqanûnî û gendeliyê binixumînin.”

Rêwaz Fayiq got: “Çapemeniyeke azad heye, ew çav û guhê gel e. Lê di dema niha de di rewşeke pir lawaz de ye. Em dikarin bibêjin ku li hemberî vê yekê yên ku partî piştgiriyê didin wan, xurt dibin.”

Daxuyaniya Rêwaz Fayiq asta kontrolkirina çapemeniya azad nîşan dide.

Heta niha tu dezgeheke çapemeniyê li Başûrê Kurdistanê nikaribû gendeliyê derxe holê, bi taybetî jî dosyayên girêdayî pereyan û petrolê, ji bilî nedayîna mûçeyên karmendan. Heke hinekî jî behsa wan tiştan bikin, ew dezgeh rastî gelek tengaviyan tên an jî rojnamevan tên binçavkirin û tu kes nema dikare li çarenûsa wan bipirse, wekî rewşa gelek rojnamevanên li girtîgehên herêmê, bi taybetî yên li herêmên di bin serweriya PDK`ê de. Di demên dawîn de, dema ku li parêzgehên Helebçe û Silêmaniyê xwepêşandan çêbûn, cezayên pereyan ên mezin li gelek dezgehên çapameniyê hatin ferzkirin û heta 10 rojan hatin girtin.

Ev nêzî 30 salî ye gendelî li Başûrê Kurdistanê pir belav bûye. Ev yek di gelek dosyayên wekî xizmetguzarî, kehrebe, av û petrol de ku ji bo Tirkiyê tê firotin, diyar dibe. Dema ku em dezgehên çapemeniyê yên li herêmê dişopînin, em dibînin ku ew dezgeh qet behsa dosyayên gendeliyê nakin.

Ji ber wê yekê, dema ku em dipirsin; çima hikumeta Başûrê Kurdistanê xebatên çapemeniya azad qedexe dike? bersiv wiha ye; ji ber ku çapemeniya azad gelek dozên girêdayî gendeliya hikumetê û bi taybetî di nava her du partiyan de (PDK, YNK) ji raya giştî re eşkere dike ku hikumeta herêmê vê yekê naxwaze. Ji ber ku eşkerekirina van rastiyan dê bibe destpêka bidawîbûna desthildata partiyetî. Ev yek ji sedemên sereke yên astengkirina xebatên çapemeniya azad li Başûrê Kurdistanê ye.

Ji bo ku mijar bêtir eşkere û zelal bibe, divê em hinekî behsa dezgehên din ên çapemeniyê yên li herêmê bikin. Gelek dezgehên çapemeniyê hene ku li Başûrê Kurdistanê kar dikin, mînak; dezgehên çapemeniyê yên tirkî. Helbet ew dezgeh behsa dosyayên gendeliyê nakin, berevajî wê hewl didin kiryarên PDK`ê veşêrin. Ji ber ku di nava hikumeta Tirkiyê de jî gendelî heye, bi taybetî di dosyayên petrol de û gelek dosyayên din de.

Ji lew re, em dibînin ku dezgehên çapemeniyê yên tirkî û bi taybet ên girêdayî AKP`ê li Başûrê Kurdistanê bi azadî kar dikin û dikarin derbasî hemû cihên bibin bêyî ku karê wan were astengkirin. Ji ber ku dewleta Tirk li gelek herêman serwer e, bi taybetî li ser şîrketên petrol yên li Başûr. Her wiha Başûrê Kurdistanê gelek madeyên xwarinê ji Tirkiyê tîne û bi salan e bi milyaran dolar kel û pelan ji Tirkiyê dikire. Ji ber wê, em dibînin ku dezgehên çapemeniyê yên tirkî rojane pesnê hikumeta Başûr didin.

Ji bilî wê yekê, li Başûrê Kurdistanê hin dezgehên çapemeniyê yên erebî û biyanî hene, lê belê nikarin eşkere behsa gendeliya di hikumetê de bikin û li gorî qanûnên hişk tev digerin. Di vê rewşê de, çapemeniya azad nikare kar bike û rastiyan bi awayekî zelal derxe ser ekranên televizyonan.

Her dezgeheke çapemeniyê ku dixwaze li Başûrê Kurdistanê kar bike, divê berjewendiyên partiya desthilatdar di ber çavan re derbas bike û behsa gendeliya li herêmê neke. Li kêleka wê yekê, divê şert û qanûnên çapemeniyê li herêmê erê bike, bi taybetî yên li herêmên serweriya PDK`ê. Dema ku dezgeheke çapemeniyê behsa dosyayên gendeliyê dike an jî hikumetê rexne dike, divê rastî hesabxwestin, girtin an astengkirina karê xwe neyê.

Li Başûrê Kurdistanê aloziyeke diravî heye û mûçeyên karmendan nayên dayîn. Hikumeta herêmê jî bi bihaneya aloziya aborî, mûçeyên karmendan nade. Li hemberî wê yekê, dezgehên çapemeniyê yên girêdayî hikumetê yan girêdayî partiyên desthilatdar, salane ji bo propagandaya wan partiyan bi milyaran dolar xerc dikin. Wê demê ev pirs derdikeve holê; di demekê de ku nikarin mûçeyên karmendan bidin, ew partî ji bo fînansekirina dezgehên xwe yên çapemeniyê ew qas pere ji ku derê tînin?

(cx)

ANHA