Deriyê Pêşxabûr wê ji sibe ve bê girtin

Rêveberiya deriyê sînor Sêmalka ya ji aliyê Başûrê Kurdistanê ragihand ku derî ji sibae (pêncşemê) were girt.

Deriyê Pêşxabûr wê ji sibe ve bê girtin
3 sibat, 2021   22:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Sêmlaka derbarê mijarê de belavok belav kir û got: “Rêveberiya Pêşxabûr a Başûrê Kurdistanê biryar da ku deriyê li hemberî rêwiyan ji sibe pêncşemê 4-2-2021`an ve heta demeke ne diyar bigire. Li gorî wê em ji rêwiyan hêvî dikin ku li gorî vê biryara nû tev bigerin.”

Sedemên girtina deriyê ji hêla Rêveberiya Deriyê ya Pêşxabûr nehatin eşkerekirin.

(şx)

ANHA