SANA: Îsraîlê êrişî herêma başûrê Şamê kir

Ajansa SANA ya girêdayî hikumeta Şamê ragihand ku pergala parastinê ya asmanî ya Sûriy êrişek li dijî herêma başûrê Şamê ji hêla Îsraîlê ve, şikand.

SANA: Îsraîlê êrişî herêma başûrê Şamê kir
3 sibat, 2021   21:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansê wiha got: “Dengên bersivandina êrişa Îsraîlê hîna ji derdora Şamê tên bihîstin.”

Lê ajansê tu agahiyên derbarê armancên hedefgirtî de parve nekirin.

Ajansê di 6`ê Çileyê de ragihandibû ku êrişek li dijî herêma başûr pê hatibû.

(şx)