`Divê hikumeta Başûr sedemên neerêkirina vekirina Ronahî TV eşkere bike`

Berpirsê Nivîsgeha Têkiliyan a Ronahî TV Zîwer Şêxo piştrast kir ku divê hikumeta Başûrê Kurdistanê sedemên ku ji ber wê ruxset nedaye Ronahî TV ku li Başûrê Kurdistanê bixebite, eşkere bike. Her wiha bang li rojnamevanan kir ku piştgiriya kanalê bikin û bibin dengê Ronahî TV.

`Divê hikumeta Başûr sedemên neerêkirina vekirina Ronahî TV eşkere bike`
4 sibat, 2021   07:47
QAMIŞLO-MEHMET EKİNCÎ

Ji destpêka Cotemeha 2020`an ve kanala Ronahî ku navenda şirketa wê li paytexta Siwêdê Stockholmê ye, bi awayekî fermî û li gorî qanûnê daxwaznameyek ji aliyên pêwendîdar ên hikumeta Başûrê Kurdistanê re pêşkêş kir. Berpirsên kanalê ji bo hêsankirina karên xwe li Başûrê Kurdistanê,  bi rêya daxwaznameyê xwestin ku navendeke xwe li Hewlêrê vekin. Lê rayedarên hêzên ewlehiyê yên li Hewlêrê heta niha daxwaza kanalê erê nekiriye.

Têkildarî  paşguhkirina hikumeta Başûrê Kurdistanê daxwazanameya vekirina navendeke Ronahî TV li Başûrê Kurdistanê  de berpirsê Nivîsgeha Têkiliyan a Ronahî TV Zîwer Şêxo ji ANHA`ê re axivî û piştrast kir ku divê hikumeta Başûrê Kurdistanê sedemên vê yekê eşkere bike.

Têkildarî sedema ku hikumeta Başûrê Kurdistanê vekirina navenda Ronahî TV li Hewlêrê ruxmî ku hikumeta Iraqê erê kiriye, Zîwer Şêxo got: “Ronahî TV girîngî dide mijarên girêdayî her çar parçeyên Kurdistanê. Her wiha roleke pêşeng di şoreşa Rojava de lîst û bi dengê şoreşê tê naskirin. Temaşevanên wê li Başûrê Kurdistanê hene. Ji bo ku em hîn bêhitir nêzî dilê gelê xwe yê li Başûr bibin, me di destpêka Cotmeha 2020`an de daxwaznameyek ji aliyên pêwendîdar re pêşkêş kir da ku nivîsgehekê vekin. Destpêkê me serî li Desteya Rewşenbîran a herêma Başûrê Kurdistanê da. Me tevahiya tedbîrên fermî û qanûnî bi dawî kir, heta ku hikumeta Iraqê biryara erêkirinê da. Lê ji wê demê ve û heta niha em li benda erêkirina hêzên ewlekariyê yên Başûrê Kurdistanê ne.”

Şêxo wiha domand: “Tevî ku 4 meh derbas bûn, lê dîsa daxwazname nehatiye erêkirin. Ji ber wê em neçar man ku li ser malpera xwe daxuyaniyekê bidin ku Ronahî TV ne kanaleke biyanî ye yan jî nayê naskirin ku heta niha hêzên ewlekariyê bersîva daxwaznameya me nadin û bê deng in.”

Girêdayî sedema astengkirina daxwaznameya fermî ji hêla aliyên têkildar ên hikumeta Başûrê Kurdistanê Şêxo ev nirxand kir: “Hincetên hikumeta Başûr ne rast in. Ruxmî pandemiyê, lê saziyên hikumeta Başûr karê xwe taloq nekirin û bi taybet hêzên ewlehiyê (Asayîş). Gelo çima hikumet derbarê vê mijarê de tu helwest nîşan nedaye.“

Şêxo bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku bi rihê berpirsyariyê tev bigere û bersiva daxwaza wan di zûtirîn dem de bide.

Zîwer Şêxo behsa rêgezên azadiya rojnamegeriyê li welatan kir û got: “Navenda şirketa Ronahî TV li paytexta Siwêdê Stockholmê ye. Nivîsgehên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hinek dewletên Ereb mîna Misir, Lubnan û dewletên Ewropayê hene. Lewra ji mafê me ye ku li gorî qanûnan kar bikin. Taloqkirina daxwaza me tê wateya ku li Başûrê Kurdistanê azadiya rojnamegeriyê kêm e.”

`DİVÊ HEMÛ DEZGEHÊN ÇAPEMENIYÊ Û ROJNAMEVAN PIŞTGIRIYA HEV BIKIN`

Zîwar di berdewama nixandina xwe de got: “Têkiliyek xurt di navbera rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rojnamevanên li beşên din de hene, di nav de yên li Başûrê Kurdistanê. Ev cihê şanazî û serbilindiyê ye. Divê hemû dezgehên çapemeniyê yên Kurd piştgiriya hev du bikin. Dema saziyek ewlehiyê karê dezgehekê asteng dike, divê rojnamevan hemû nemaze li Başûrê Kurdistanê vê yekê qebûl nekin. Heke daxwaza me neyê qebûlkirin, ev yekitiya Kurd asteng dike. Heke sedemeke ewlehiyê heye, hêzên Asayîşê yên Başûrê Kurdistanê dikarin van sedeman ji raya giştî re eşkere bikin.”

 ‘JI BILÎ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ, ME TU ASTENGÎ LI WELATÊN DÎTIR NEDÎTIN’

Li ser nivîsgehên Ronahî TV yên li welatên dîtir, Zîwar Şêxo ev agahî dan: "Em wek kanala Ronahî TV heta niha tu welatan astengî astengî ji me re çênekiriye. Ez naxwazim hikumeta Başûrê Kurdistanê û dewleta Tirk a dagirker bixim heman rêzê. Li dewleta Tirk em nikarin xebata xwe ya çapemeniyê bikin. Her wiha li Başûrê Kurdistanê jî em nikarin xebata çapemeniyê bikin, ev helwest jî ji rêveberiyeke Kurd re, cihê mixabînî ye."

Têkildarî azadiya çapemeniyê ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şêxo wiha got: "Kanala Ronahî TV, kanala yekemîn a Kurd e li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê weşandin, piştre kanalên erebî, kurdî yên dîtir tên û xebatên xwe bi awayekî azad pêk tînin. Me texmîn dikir ku ev rêbaz li Başûrê Kurdistanê jî heye."

 ‘BÊDENGIYA HIKUMETA BAŞÛRÊ CIHÊ FIKARÊ YE’

Der heqê neeşkerekirina rayedarên ewlehî yên Başûrê Kurdistanê li ser girtina kanala Ronahî TV de, Zîwar Şêxo wiha gotina xwe berdewam kir: "Me serdana desteya rewşenbîran a Başûrê Kurdistanê kir û divê der barê mijarê de tev bigerin û em bi hêvî ne ku bi me re bibin alîkar."

 ‘EM NE ALÎGIRÊ TU ALIYEKE SIYASÎ NE’

Girêdayî awayê xebatê, Zîwar Şêxo da zanîn ku ew tevahî bûyerên ku li ser erdnîgariya Kurdistanê diqewimin, dişopînin û ew ne alîgirê tu aliyekî ne û kanala wa ji bo berjewendiya tevahî gelê Kurd dixebit û wiha domand: "Em wek saziya çapemeniyê, çawa xebata xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, pêdiviya me bi xebata li Başûrê Kurdistanê jî heye. Lê taloqkirina kanala me, bi berjewendiyên siyasî ve girêdayî ye. Ev yek jî şaştiyeke mezin e li hember çapemeniya Kurd."

 ‘DIVÊ SENDÎKAYÊN ÇAPEMENIYÊ YÊN LI BAŞÛRÊ PIŞTEVANIYA ME BIKIN’

Şêxo bang li sendîkaya rojnamegeriyê ya Başûr û tevahî rojnamegeran kir ku helwesta xwe li hember bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê bidin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Di navbera tevahî saziyên çapemeniyê de, bi taybet sendîkayên çapemeniyê yên li Başûrê Kurdistanê têkiliyeke xurt heye, divê tevahî rojnameger helwestên xwe nîşan bibin. Ji ber bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê binpêkirina mafên xebata çapemeniyê ye û di heman demê de jî binpêkirina li dijî mafên azadiya rojnamegeran bi xwe ye. Em  hêvîdar in ku sendîkaya rojnamegeran a li Başûrê Kurdistanê ji bêdengiya xwe bi der keve û fişarê li hikumeta Başûrê Kurdistanê bike û mafên me yên rewa bixwaze. Heke hikumeta Başûrê Kurdistanê di bêdengiya xwe de israr kir, em ê bi rêbazên qanûnî mafên xwe bixwazin."

(şx-fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Vqhn9xTBl1o" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>