Şêniyên Tirbespiyê şehîd Viyan Soran bi bîr anî

Kongreya Star a şaxê Ebû Firi yê navçeya Tirbespiyê bi boneya salvegera 15`an a şehadeta şehîd Viyan Soran û şermezarkirina komploya navneteweyî civînek fireh li dar xist.

Şêniyên Tirbespiyê şehîd Viyan Soran bi bîr anî
Şêniyên Tirbespiyê şehîd Viyan Soran bi bîr anî
Şêniyên Tirbespiyê şehîd Viyan Soran bi bîr anî
3 sibat, 2021   15:37
QAMIŞLO

Kongreya Star şaxê Ebû Firi yê girêdayî navçeya Tirbespiyê ya kantona Hesekê, bi boneya salvegera 15`an a şehadeta şehîd Viyan Soran ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan agir berda bedena xwe, civînek li dar xist.

Bi dehan şêniyên bajarokê tev li civînê bûn. Piştî deqeya rêzgirtin, endama rêveber a Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê Kilara Adsa axivî û behsa fedekariyên şehîd Viyan Soran kir û got: “Çalakiya ku şehîd Viyan Soran pê rabûye bû pirek ku bi hezaran jinên lêgerên azadiyê li ser meşiyan.”

Kilara komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha domand: “Gelên herêmê bi hevgirtina xwe, tevahiya komployên li dijî gelên herêmê têk birin. Îro jî ji bo şikandina tecrîdê û azadiya rêber Abdullah Ocalan tê dikoşin.”

Di dawiya civînê de sinevizyonek girêdayî komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan hate pêşendan.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ADmjiZVuKr0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>