Ehmê: Divê cihê PDK'ê di nav gelê Kurd de be, ne li rex dewleta Tirk be

Luqman Ehmê: Divê cihê PDK’ê di nava gel de be û cihê pêşmergeyan jî li rex HPG, YPJ û YPG’ê be, ne li rex dewleta Tirk a dagirker be.

Ehmê: Divê cihê PDK'ê di nav gelê Kurd de be, ne li rex dewleta Tirk be
3 sibat, 2021   01:42
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Êriş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd ji zêdetirî sed salî ve ranewestîne, ev êriş û komkujî ji serdemek û rejîmekê heta rejîmekê tê guhartin û nav û bihaneyên wan jî cuda ne.

Di salên borî de, hevalbendiya AKP-MHP’ê dest bi qirkirina hebûna gelê Kurd ê Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye. Ji lew re di 2018’an de êrişî Efrînê kir û di 2019’an de jî êrişî Girê Spî û Serêkaniyê kir. Niha jî gefên êrişkirina li Dêrikê yê Rojava û Şengalê yê Başûrê Kurdistanê dixwe.

Pirî caran jî, dewleta Tirk pişta xwe dide aliyên ku idîaya kurdiyatiyê dikin, da ku siyasetên xwe bimeşînin û zemînekê li gel  raya giştî ya cîhanê çêkin ku bihaneyê wergirin. Di vê mijarê de, PDK’ê roleke neyênî li hember gelê Kurd dilîze û vê yekê bi rêya bicihkirina hêzên xwe yên taybet li Herêmên Parastinê yên Medyayê û avakirina baregehên leşkerî li ser sînorê di nava Rojava û Başûrê Kurdistanê de pêk tîne.

Têkildarî vê yekê, sekerterê Partiya Kesk a Kurdistanê Luqman Ehmê got, dewleta Tirk her tim hewl dide çi projeya ku gelê Kurd mafên xwe yên rewa li her herêmekê bi dest dixe yan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yan jî li Başûr û Şengalê, derbe bike.

 ‘DEWLETA TIRK DIJMINÊ SEREKE YÊ GELÊ KURD E’

Ehmê da zanîn ku çi sazî yan rêxistin an jî partiyek navê Kurd hilgire, yekser dibe armanca dewleta Tirk û wiha got: "Tu pêwîstî tune ye ku em bibêjin dewleta Tirk dijminê gelê Kurd e yan na, ji ber ew dijminê sereke ya gelê Kurd e û ji sed salî ve êrişî kurdan dike. Mîna çawa gelê Ermen û hin neteweyên dîtir qir kirin, niha jî hewl dide gelê Kurd jî qir bike.

Ehmê diyar kir ku dewleta Tirk li ser qirkirina gelan hatiye avakirin û her tim li şûna gelên resen rûniştiye, hewl dide gelên berxwedê qir bike, jê jî gelê Kurd.

Di vê çarçoveyê de, Ehmê eşkere kir ku sekna PDK’ê li kêleka dewleta Tirk a dagirker û planên xwe yên li dijî gelê Kurd nakeve xizmeta gelê Kurd û xizmeta wê û wiha domand: "Tu sedem tune ne ku hêzên Kurd li kêlek dewleta Tirk a dagirker bisekin û êrişî herêmên Kurd an jî hêzên dîtir bikin, ev yek ji bo tevahî hêzên Kurd xeta sor e."

Ehmê da zanîn ku dem ne dema êrişkirina hêzên Kurd li dijî hêzên Kurd ên dîtir e û wiha pê de çû: "Sûdwarê yekemîn ji lawazkirina çi hêzeke Kurd, dewleta Tirk a dagirker e û yê temenê dide jî doz û gelê Kurd e."

Ehmê destnîşan kir ku pêdiviya vê merheleyê hewlwesteke hevpar li hember dijmin e, ne dorpêç an jî çemberkirin e û wiha axivî:"Di vê merheleyê de ji me tê xwestin ku em dengê xwe bigihînin raya giştî ya cîhanê û gihandina xwestekên me ji civaka navneteweyî re."

Ehmê hêvî kir ku PDK’ê beşdarî planên dewleta Tirk ên bi armanca pêkanîna nakokî û tevliheviyê di nava gelê Kurd de, nebe û got: "PDK’ê dikare ji bin sîwana planên dewleta Tirk bi der bikeve."

Ehmê daxuya kirin ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê li hember planên dewleta Tirk ên bi armanca qirkirina gelê Kurd disekine û bersiva êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê dide û wiha gotinên xwe berdewam kirin: "Heger tevger lawaz bibe, dê dewleta Tirk bihêztir bibe. Wê demê jî dewleta Tirk bi hêza ku pê re bûye alîkar îtîraf nake anku bi PDK’ê îtîraf nake û bi demê re dê wê hêzê tune bike û PDK’ê vê yekê baş dizane."

Luqman Ehmê destnîşan kir ku heta niha berpirsên dewleta Tirk a dagirker navê Kurdistanê bi lêv nakin, tevî ku navê wê di destûra Îraqê de jî heye. Lê hîna jî dewleta Tirk bi Bakurê Iraqê bi nav dike. Ehmê wiha da zanîn: "Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hin tiştan paşguh dike, lê demê dijminê xwe têk bibe, dê dijminê duyem û sêyem jî têk bibe û kurdan qir bike."

 ‘DIVÊ XEBAT LI SER LIDARXISTINA KONGREYA NÎŞTIMANÎ PÊK BÊ’

Luqman Ehmê destnîşan kir ku divê hêz û partiyên Kurd xizmetî dijminê kurdan nekin, lê divê hêz û partiyên Kurd di radeya yekemîn de dijminê xwe diyar bikin û planên xwe li gorî wê deynin. Li aliyekî din jî divê hêz û partiyên Kurd xebatê ji bo lidarxistina kongreya nîştimanî ya Kurd bikin, da ku armanc û rêgezên gelê Kurd diyar bikin û çi êrişên hêzeke Kurd li dijî hêzeke Kurd a dîtir qedexe bikin.

Sekerterê Partiya Kesk a Kurdistanê Luqman Ehmê eşkere kir ku  PDK’ê, pêşmerge û gelê Başûrê Kurdistanê di demeke dirêj de di rêya têkoşînê de ne û cihê PDK’ê di nava gelê xwe de ye, her wiha divê cihê pêşmergeyan jî li kêlek HPG, YPJ û YPG’ê be ne li rex dewleta Tirk a dagirker be.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ay8Q0vTsyGM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>