‘Viyan Soran meşaleya têkoşîn û serhildanê ye’

Mura Zoro ya ku di 2005’an de bi şehîd Viyan Soran re rûniştiye got, têkoşer Viyan Soran ji hemû jinan re bû sembola azadî ye, rihê wê yê welatparêziyê hişt ku bibe pêşeng û sembola şervana qehreman.

‘Viyan Soran meşaleya têkoşîn û serhildanê ye’
3 sibat, 2021   07:46
QAMIŞLO-SILAVA ABDUREHMAN

Leyla Walî Hisên (Viyan Caf) an ji (Viyan Soran) a ku di 1997’ab de tev li PKK’ê bûye, li Heftanînê di 1’ê Sibata 2006’an de çalakiyeke fedayî li dar xist. Ew çalakî ji bo bersivdana li hember komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û hewldana tesfiyekirina hundirîn a PKK’ê bû.

Piştî şehadeta Viyan Soran bi sedan şervanan navê wê hilgirt û gelek şêniyan navên keçên xwe kirin Viyan. Ew jî ji ber taybetmendiyên têkoşerî, welatparêzî û exlaqî bû.

Bi rasthatina salvegera 15’emîn a şehadeta têkoşer Viyan Soran, Mura Zoro (60) ya ji gundê Topiz ê navçeya Amûdê li ser hûrgiliyên hevdîtina bi şehîd Viyan Soran a 2005’an re axivî. Mura Zoro di 40 saliya xwe de serdana çiyayên Kurdistanê kir.

/ar/uploads/files/2021/02/03/071948_dsc_1273-28large29.webp

Carekê Mura Zoro serdana çiyayên Qendîlê kir, da ku beşdarî Kongreya Gel a ku 17 rojan dom kiriye, bibe. Wê demê Mura Zoro nizanî şehîd Viyan Soran fermandar bû, ji ber tenê di kongreyê de dît. Mura Zoro li ser taybetmendî, têkoşîna Viyan Soran a pêkanîna azadiya rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina Kurdistanê axivî.

AMADEBÛNA VIYAN SORAN BALKÊŞ BÛ’

Têkoşer Viyan Soran ji yek rêveberên partiyê û endama Komîteya Jinûveavakirina ya PKK’ê û endama rêveber a YJA-Star bû.

Mura Zoro li ser taybetmendiyên Viyan Soran wiha axivî: "Ji taybetmendiyên herî balkêş ên şehîd Viyan Soran di kongreyê de amadebûna wê ya balkêş bû, di kongreyê de bi cesaret, bi hêz û bêyî dudilî mijar nîqaş dikirin. Vîna Viyan Soran xurt bû û xwe berpirsê tevlêbûna cîna ciwanan li nava partiyê dîdit, ji ber ku biçûk bû û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ji ciwanan re şîrove dikir."

Mura Zoro da zanîn ku têkoşer Viyan Soran dilnizm bû û her tim dikenî, her wiha di kongreyê de girîngiya mezin dida mijara jin di aliyên siyasî, leşkerî û civakî de.

VIYAN SORAN JI DERDORA XWE RE ÇAKANIYA BAWERÎ Û HÊVIYÊ BÛ’

Mura Zoro diyar kir ku ji taybetmendiyên herî balkêş ên şehîd Viyan Soran amadebûna wê ya bicesaret û helwestên wê yên cidî tevî temenê yê wê demê ku biçûk bû anku 20 salî bû. Li gel Mura Zoro cesaret çêkir û wê jî gelek mijarên der barê Rojavayê Kurdistanê de nîqaş kirin û wiha axivî: "Viyan Soran ji derdora xwe re çavkaniya hêvî û baweriyê bû. Rola wê di perwerdeyê de mezin bû,  kesayeta hêdî bû, ji xwe bawer bû, jiyana normal qebûl nedikir û dilnizm bû. Van tevahî taybetmendiyan hişt ku ez aşiqê Viyan Soran bibim û jê hêz wergirim, li gel tevahî taybetmendiyên şoreşgertiyê hebûn."

KESAYETEKE FERMANDAR A XURT E’

Mura Zoro diyar kir ku Viyan Soran mîna kesayeta fermandar girîngî dida erkên dîrokî yên li ser milê wê. Ji ber dizanî ku pêkanîna erkan ji rêgezên xebata şoreşgerî ye, bi xurtî parastina cewhera xwe ya ciwantî û hebûna xwe wek jin dikir. Kesayeta fermandar a xurt bû.

Mura Zoro wiha gotinên xwe berdewam kir: "Viyan Soran ji jinan re sembola azadî û cihê serbilindiyê ye. Rihê welatparêziyê ya li gel wê hişt ku di qehremantî û rihê xwe ya fedayî de pêşeng be û bibe sembola şervana leheng a ku felsefeya rêber Ocalan pêk aniye."

DEV JI ISRARA XWE YA ŞOPANDINA RÊÇA TÊKOŞER VIYAN SORAN BERNEDA

Mura Zoro da zanîn ku tevî ku wê du caran perwerde dîtiye, lê kesayeta têkoşer Viyan Soran ji xwe re esas girt û bi dirêjahiya 16 salan hêz û vîn jê wergirt, bi cesaret bû û li dijî zihniyeta desthilata rejîma Baasê ya Sûriyê tê koşî, di aliyên civakî de wek "cebhewî" kar kir, rejîma Baasê ew gelek caran girt. Lê belê dev ji israra xwe ya şopandina rêça şehîd Viyan Soran a hewldana rizgarkirina rêber Abdullah Ocalan berneda.

Mura Zoro wiha gotinên xwe bi dawî kirin: "Rihê fedayî ya ku Viyan Soran ji hezkirina xwe ji rêber Ocalan re wergirtiye, hişt ku li hember dagirkeran bibe meşale, ew qehremana dîrokî ya dûbare nabe. Bi fedayîbûna xwe piştrast kir ku jiyan bi rejîma tecrîd û îşkenceyê ya li dijî Îmraliyê re nikare bijî. Ji ber jiyana digel vê rejîmê ku gelê Kurd qir dike, dijwar e. Ji lew re divê di tevahî aliyan de têkoşîneke kûr tê xwestin, da ku rejîma tecrîd û îşkenceyê li Îmraliyê ferz dike, têk bibin."

(fr)

ANHA