​​​​​​​Şêniyên Efrînê: Siyaseta Şamê berdewama siyaseta dagirkeriya Tirk e

Şêniyên Efrînê gotin ku siyaseta hikumeta Şamê ya dorpêçkirina kantona Şehbayê berdewama siyaseta dewleta Tirk a dagirker e ku şikandina vîn û berxwedana gelê Efrînê armanc dike.

​​​​​​​Şêniyên Efrînê: Siyaseta Şamê berdewama siyaseta dagirkeriya Tirk e
3 sibat, 2021   05:21
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Tevî zehmetiyên ku efrînî di nava kamp û malên hema wêranbûyî de li kantona Şehbayê û topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dikişînin, hikumeta Şamê dorpêçeke dijwar li ser şêniyên kantonê ferz dike û nahêle derman û sotemenî derbasî herêmê bibe.

Derbarê mijarê de efrîniyên di kampên kantona Şehbayê de dimînin nêrînên xwe parve kirin. Şêniya bi navê Merûş Kilkawî ku niha li Kampa Berxwedan dimîne got: “Em di nav kampan de bê sponseriyeke navneteweyî dimînin. Hikumeta Şamê jî rê nade ku pêdiviyên me yên pêwîst derbasî kanton bibin. Rewşa me dijwar e lê kesek dengê me nabihîze.”

Merûş wiha domand: “Hikumeta Şamê wekî ku em ne sûrî ne li me dinêre û mafên me nade me. Rûsya, qaşo hêzeke garantor e, lê rolek di parastina gel de nalîze û li ser hesabê gel berjewendiyên xwe pêk tîne. Wê rê li pêşiya dewleta Tirk vekir ku Efrîn û herêmên din ên Sûriyê dagir bike.”

Merûş bang li civaka navneteweyî kir ku dengê wan bibîse û bang li hikumeta Şamê kir ku siyaseta xwe ya li hemberî wan biguhere ji ber ku ew jî beşek ji gelê Sûriyê ne.

Şêniyê bi navê Şêxo Bîlal ê ji şêniyên navçeya Bilbilê (80) axivî û got: “Sobe li cem me tune ye û bê nan in, ji ber ku hikumeta Şamê nahêle mazot û ard derbasî herêmê bibe. Ew dixwaze me qir bike lê vîna me xurt e û em ê li hemberî planên wan bi ser kevin. Ji ber ku em gelek aştîxwaz û berxwedêr in û xiyanetê qebûl nakin.”

Bîlal wiha berdewam kir: “Ez 80 salî me, gelek nexweşiyên min hene û nikarim sermayê tehemul bikim. Zarokên min biçûk in, ew jî nikarin vê sermayê tehemul bikin.”

Şêniya bi navê Hûriye Îbrahîm wiha hestên xwe rave kirin: “Em di nava Kampa Berxwedana de bê mazot û gaz in. Ji ber ku hikumeta Şamê dorpêçek li ser herêma me ferz kiriye û rêxistinên navneteweyî çavên xwe girtine.”

Hûriye wiha gotinên xwe bi dawî kirin: “Em sûrî ne û em ji dereke din nehatine vir. Lê hikumeta Şamê herêmên me dorpêç dike û nahêle pêdiviyên rojane derbasî kantonê bibin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nl-XFBYYV5M" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>