ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-02-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-02-2021
3 sibat, 2021   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Şêniyên Efrînê gotin ku siyaseta hikumeta Şamê ya dorpêçkirina kantona Şehbayê berdewama siyaseta dewleta Tirk a dagirker e ku şikandina vîn û berxwedana gelê Efrînê armanc dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker di hefteya 9’an de êrişên li dijî navçeya Eyn Îsa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike. Lê QSD’ê hewldanên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên xwegihandina rêya M4 têk birin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Malbatên koçber li benda bidawîkirina xebata firehkirina kampa Girê Spî ne, ku rêxistinan ji bilî nêvî xebatê tiştek tê de nekirin. Piştî derbasbûna 3 mehan ji dema diyarkir, rêveberî neçar man ku pêşwaziya 41 malbatan bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star a Ebû Firei ya navçeya Çilaxa şehîd Viyan Soran bi bîr tîne. Saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dayikên gerîla yên navçeya Dirbêsiyê têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyekê li navenda Kongreya Star dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdeva Meclisa Jinan a Minbicê Îbtîsam Abdulqadir piştrast kir ku dewleta Tirk bi rêya şaneyên veşartî, sûcên sîuqastkirina li dijî jin, kesayetên siyasetmedar û rûspiyên eşîran pêk hewl dide çeteyên DAIŞ’ê careke din li herêmê vegerîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mura Zoro ya ku di 2005’an de bi şehîd Viyan Soran re rûniştiye got, têkoşer Viyan Soran ji bo jinan bû sembola azadî ye, her wiha rihê welatparêziyê ya li gel Viyan Soran hişt ku bibe pêşeng û sembola şervana qehreman. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Luqman Ehmê: Divê cihê PDK’ê di nava gel de be û cihê pêşmergeyan jî li rex HPG, YPJ û YPG’ê be, ne li rex dewleta Tirk a dagirker be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê Mihemed Xêr Şêxo got gelek alî hene dixwazin aramî û ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xirab bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Îbrahîm Qeftan diyar kir ku dewleta Tirk û hikumeta Şamê hewl didin fitneyê di navbera pêkhateyan de derxînin û bang li gelê Sûriyê kir ku rola ya çareserkirina aloziya Sûriyê dûr planên Enqere û Şanê pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Hêzên hikumeta Şamê, "Milîsên Dîfa Wetenî" ji bo nixumandina sûcên xwe yên li dijî gelê Sûriyê bi kar tîne. Navê milîsên behsa mijarê bi komkujî, dizî û talankirinê ve girêdayî ne. Gelo çawa hatin avakirin û çawa hikumeta Şamê wan bi kar tînin? (BI WÊNE).

-CIVAK Û JIYAN

- Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo diyar kir ku ew amadekariyên destpêkirina projeya başkirina rewşa aborî û çandiniyê dikin û teqez kir ku ji girîngtirîn xebatên desteyê destekdayîna aliyê çandiniyê li herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên navçeya Dêrikê piştrast kirin ku hevgirtina wan bi hêzên leşkerî re, dê tevahiya planên dijmin têk bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA