Desteya Aborî û Çandiniyê plansaziya 2021`an eşkere kir

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo diyar kir ku ew amadekariyên destpêkirina projeya başkirina rewşa aborî û çandiniyê dikin û teqez kir ku ji girîngtirîn xebatên desteyê destekdayîna qada çandiniyê ya herêmê ye.

Desteya Aborî û Çandiniyê plansaziya 2021`an eşkere kir
3 sibat, 2021   03:54
REQA – XALID EL-CÛMA

Di civîna salane ya duyemîn a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku di 18`ê Çileyê de li Reqayê hate lidarxistin, rewşa aborî û çandinî li herêmê hate nîqaşkirin. Ji encamên civînê ku bi daxuyaniyekê hate ragihandin ku dest bi projeyên mezin ji bo başkirina rewşa çandinî û aborî li herêmê bikin.

Di vê der barê de Hevserokê Desteya Aborî û Çandinî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo ji ANHA`yê behsa girîngtirîn projeyên ku di 2020`an de bidawî kirin, zehmetiyên ku rastî wan hat kir, her wiha plansaziya sala 2021`an, eşkere kirin.

Selman Barûdo diyar kir ku zehmetiyên herî mezin ku sala 2020'an li pêşiya xebatên wan derketine êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn û got, dagirkeriya Tirk bandoreke mezin li aboriya herêmê kir.

Barûdo destnîşan kir ku ji ber buhabûna madeya semadê û nepeydabûna wê cotkaran zehemtî dikşand.

Rêveberiya Xweser alîkariya cotkarên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zeviyên xwe bi rêya jenetoran wan av didin, kir. Her wiha semad bi buheyên baş li piraniya herêman belav kir.

Desteya Aborî û Çandiniyê ard li hemû herêman belav dike, her wiha aş li hin herêman ava kirin.

Desteya Aborî û Çandiniyê par 3 kargehên zuhakirina gariz li Reqa, Dêrazor û Hesekê ava kirin û vê yekê barê cotkaran li herêmên çandiniyê, sivik kir.

Ji girîngtirîn projeyên aborî ku ji aliyê desteyê ve pêk hatin; Vekirina kargeha zeytê li Hesekê ku dê alîkariya başkirina rewşa aborî li herêmê bike, kargeh dê rojane derdora 300 ton ji zeyet derxîne, di heman demê de derfeta kar ji zêdetirî 300 kesî re peyda bike.

PILAN Û PROJEYÊN 2021`AN

Selman Barûdo projeyên ku di sala 2021`an de xebat li ser wan were kirin eşkere kir û wiha got: "Em nikarin rewşa siyasî ji ya aborî qut bikin. ji ber ku geşedanên siyasî ku li herêmê rû didin asta aboriyê bilind dike, di heman demê de jî dadixe. Tevî zextên siyasî lê projeyên me yên mezin hene ku em îsal li ser wan bixebitin."

Ji ber li piraniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sewal têne xwedîkirin (pez, bizin û çêlek), Selman Barûdo teqez kir ku di sala 2021`an de dê deste kargeha penêr û mast li herêma Dêrikê veke.

Her wiha dê mexbereke navendî ji bo mirovan, lawiran, çandiniyê û xwarinê li Hesekê were vekirin.

Di sala 2020`an de pirsgirêkeke mezin li praniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derket, ew jî kêmbûna nan bû. Di vê der barê de Barûdo destnîşan kir ku aş li herêma Reqa û Tebqa dê werin avakirin her wiha dê 6 firin li Şedadê, Hol, Til Hemîs, Tirbespiyê, Çilaxa û Rimêlan werin avakirin.

Barûdo destnîşan kir ku ew ê kargehak hevîrtirş li herêma Cizîrê vekin ji ber ew vê madeyê ji derveyî herêmê werdigrin, gelek caran li hemû herêmên kêmbûn di vê madeyê de derdikeve.

QADA ÇANDINIYÊ

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çandiniyê têne naskirin bi taybet genim, pembo û gelek berhemên din ku wê dike para xwarinê ji hemû herêmên Sûriyê re.

Selman Barûdo diyar kir ku ji girîngtirîn xebatên desteya aborî û çandiniyê pêşxistina qada çandiniyê ye, ji ber ku ji girîngtirîn alî ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha pêde çû: "Em ê semad û sotemeniyê ji cotkaran re pêşkêş bikin da ku hemû mewsimên çandiniyê biser bikevin."

Li gorî Selman Barûdo, ji planên desteyê yên sala 2021`an, xebatê sererastkirina hemû kenalên avdanê ku li hemû herêman zerar dîtine, peydakirina alavên giran ku di vî aliyê de dixebitin.

Her wiha ji ber kêmbûna depoyên tovan, deste dê îsal depoyên Sirîn û depoyên herêma Sebah El-Xêr sererast bike.

Piştî ku dewleta Tirk herêma Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir, kêmbûn di depoyên tovan de derket, ji ber di her du herêman de 5 depo hene û Rêveberiya Xweser tov bi taybet genim di wan de depo dikir.

Her wiha dê deste di 2021`an de gelek  baxçeyên sergirtî li herêmên Reqa, Tebqa û gelek herêm ji herêma Cizîrê ava bike.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em xebatên xwe didomînin. Heta ku ji me were em ê îsal destekê bidin qada aborî û çandiniyê. Em ê berhemên çandiniyê ji cotkaran werbigrin weke ku me di salên derbasbûyî de kir. Em bi hêvî ne ku sala 2021`an sala xêrê li ser hemû herêmên Sûriyê be."

Tê zanîn ku di sala 2020`an de Desteya Aborî û Çandiniyê zêdetirî 611 hezar ton genim, 117 hezar ton ceh, 528 ton nîsk û 611 ton nok ji cotkaran wergirt.

(bx)

ANHA