Şehîd Viyan Soran li Beyrûtê hate bîranîn

Kongreya Star û PYD’ê ya Lubnanê merasîma bîranîna têkoşer Viyan Soran li dar xist û di merasîmê de hate gotin, jina azad meşeleya azadî û rizgariyê ye.

Şehîd Viyan Soran li Beyrûtê hate bîranîn
2 sibat, 2021   20:26
BEYRÛT

Di salvegera 15’emîn a şehadeta têkoşer Viyan Soran de, Kongreya Star û Meclisa Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) a Lubnanê li naverasta paytexta Lubnanê Beyrûtê merasîma bîranîna şehîd Viyan Soran li dar xist. Bi dehan endamên Kongreya Star û endamên PYD’ê amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê PYD’ê Şepal Fetah wiha got: "Viyan Soran ji bo azadkirina têkoşerên di girtîgehên dewleta Tirk a faşîst û azadiya gelên bindest de, çalakiyeke fedayî pêk anî."

Dûvre endama Kongreya Star Menal Ehmed peyama şehîd Viyan Soran a ku ji rêber Abdullah Ocalan û gel re nivîsiye, xwend.

Li aliyekî din jî endama Kongreya Star Semîra Bekir wiha da zanîn: "Em îro şehîd Viyan û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Ev roj, roja ku divê jin di têkoşîna xwe ya ji bo xizmeta gel de bi cidî bin."

Merasîma bîranînê bi diruşmên silavkirina şehîdan, berxwedana jin û rêber Ocalan bi dawî bû.

(fr)

ANHA