Şêniyên Heleb: Dorpêç vîna me naşikîne û rêgeza me jiyana hevbeş e

Şêniyên Helebê gotin, armancên hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker yek in, hikumeta Şamê bi dorpêçê dixwaze vîna gel bişikîne û teliheviyê li herêmên Rêveberiya Xweser bi der dixe. Şêniyan bang li pêkhateyan kirin ku li hember siyasetên şerê taybet hevgirtî bin.

Şêniyên Heleb: Dorpêç vîna me naşikîne û rêgeza me jiyana hevbeş e
2 sibat, 2021   04:23
HELEB

Serokê MÎT’a Tirk Hakan Fîdan serdana Şamê kir. Her du aliyan  bi armanca têkbirina Rêveberiya Xweser, derxistina aloziyan li Hesekê û Qamişlo, dorpêça li ser kantona Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li hev kirin.

Şêniyên Helebê kiryarên wan ên derexlaqî şermezar kirin.

LI HERÊMÊN RÊVEBERIYA XWESER DERXISTINA FÎTNEYAN

/kr/uploads/files/2021/02/01/215336_-.webp

Şêniyê bi navê Xalid Hesen ê ji taxa Şêxmeqsûdê îşaret bi sûcên dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got, dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê tevliheviyê li Hesekê û Qamişlo derdixin, rûspiyên eşîran bi destê endamên girêdayî hikumeta Şamê hatin qetilkirin.

Hesen wiha got: "Endamên Dîfaa Wetanî yên girêdayî hikumeta Şamê li beramberîwergirtina pereyan tevliheviyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi der dixin, bi wê re jî Rêveberiya Xweser hewl dide çareseriyekê ji vê aloziyê re bibîne."

Li ser dorpêça ku hikumeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz kiriye, Hesen wiha domand: "Hikumeta Şamê dorpêçek li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz kiriye, nahêle madeyên bingehîn derbasî wan her du taxan bibin, li ser bendên kontrolê astengiyan ji şêniyan re bi der dixin."

ŞERÊ TAYBET BI HEWLDANA ŞIKANDINA VÎNA GELAN E

Girêdayî mijarê, Hesen wiha gotinên xwe berdewam kirin: "Nîşaneyên van kiriyaran ew in ku di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de lihevkirin hene. Bi awayekî eşkere dijminahiya gelê Kurd dikin, lê di rastiyê de Rêveberiya Xweser a ku tevahî pêkhateyên herêmê hembêz kirine, armanc dike. Ev siyaset jî şêweyekî ji şerê taybet e ku reşkirina Rêveberiya Xweser û şikandina vîna gel armanc dike. Lê gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê li hember van siyasetan lawaz nabin, ji ber wan rêgeza jiyana hevbeş ji xwe re esas girtine."

Hesen li dawiyê, bêdengiya navneteweyî û paşguhkirina rêxistinên navneteweyî û hiqûqî li hember nepêkanîna erkên xwe, şermezar kir.

 ‘HIKUMETA ŞAMÊ LI SER ŞOPA DAIŞ’Ê DIMEŞE’

/kr/uploads/files/2021/02/01/215401_-.webp

Şêniyê bi navê Dilovan Hemo yê ji taxê Eşrefiyê wiha axivî: "Hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker heman sûcan pêk tînin. Li beramberê QSD’ê çeteyên DAIŞ’ê têk bir û xaka Sûriyê ji dagirkirinê parast. Lê hikumeta Şamê jî li ser şopa DAIŞ’ê dimeşe, nahêle madeyên bingehîn derbasî taxê bibin û em kirine dorpêçekê, weke ku em ne parçeyek ji Sûriyê ne."

Hemo wiha piştrast kir: "Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di dirêjahiya aloziya Sûriyê li hember çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe da. Di şerên li taxê de nan li hev parve dikirin. Ji lew re ev siyaset nikarin vîna me têk bibin."

/kr/uploads/files/2021/02/01/215418_-.webp

Şêniyê bi navê Cemal Tobo jî, li ser dîroka dewleta Tirk û hikumeta Şamê axivî û wiha da zanîn: "Dîroka van her du rejîmên faşîst û destpot ji kevn de tên nasîn, her du di radeya yekemîn de berjewendiyên xwe diparêzin û gel paşguh dikin."

Tobo wiha domand: "Em tevahî dizanin ku dewleta Tirk û hikumeta Şamê dijberî hev in. Lê belê dema mijar tê ser dosyaya Kurd li hev dikin û hewl didin Rêveberiya Xweser û gelê Kurd têk bibin. Ew jî bi serdana veşartî û qutkirina madeyên bingehîn ji ser herêmê re, eşkere bûn."

Cemal Tobo di dawiyê de diyar kir ku divê gel yekitiya xwe ava bikin, da ku siyasetên şerê taybet ên li dijî herêmê têk bibin.

(fr)

ANHA