ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-02-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-02-2021
2 sibat, 2021   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Li bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  çalakiyên bîranîna şehîd Viyan Soran tên lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-YPJ û YPG'ê bi malbatên şehîdan ên bajarê Qamişlo re dicive. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê kongreyeke çapemeniyê li Akademiya Şehîd Mihyedîn a bajarokê Rimêlan li dar dixe, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Holê, li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Dêrik û Şengalê meşekê li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku ji karên pêşekî yên desteyê ew e ku di sala 2021`an li hemû herêman metiryalekî hevbeş çêke û mamosteyên pispor amade bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Welatiyê bi navê Mihemed Xetîb diyar kir ku tiştê ku rêber Abdullah Ocalan di sala 1995'an de der barê destkeftiyên li Rojava de aniye ziman îro pêk hatiye. Mihemed got:" Rêber Abdullah Ocalan got ger Kurd bibin yek, tu hêz nikarin wê têk bibin".(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê teqez kir ku dê çalakiyên ji bo destekdayîna berxwedana li zindanan heta rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan bang li PDK`ê kir ku li dijî Rojava û Şengalê bi dewleta Tirk re peymanan mohr neke, dewleta Tirk dijmina gelê Kurd e. Her wiha gotin, malbatên şehîdan zarokên xwe ji yekitiya gelê Kurd kirin gorî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star li Heleb, Tirbespiyê û Til Temirê şehîd Viyan Soran bi bîr tîne, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Jinan a PYD'ê têkildarî pêngava meclisê ya li dijî tundiya li ser jinan daxuyaniyê dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kesên beşdarî Komxebata Hiqûqî a duyemîn gotin, dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî jinan sûcên herî hovane pêk tîne û bang li tevgerên jinan kir ku der barê van sûcan tedbîran bigirin ji ber ku jin bingeha hevgirtina civakê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Desteya Hevserokatiya MSD’ê Xelîl Ebdo piştrast kir ku sedema binkeftina xebata komîteya destûrê dûrxistina gelê Sûriyê ji xebata siyasî ya li Cinêvê, pêkanîna berjewendiyên derve ye, her wiha hewldana bidestxistina demê ji hêla hikumeta Şamê ve heta pêkanîna hilbijartinan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şaxê bajarê Kobanê şehîd Viyan Soran bi bîr tîne, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Tevî piraniya rêyên çareseriya Lîbyayê ku diyalogên wê li gelek dewletan hatin lidarxistin lê hê jî aloziya Lîbyayê di cihê xwe de ye. (BI WÊNE).

ANALÎZ

-Mîrasa herêma Rojhilata Navîn û rojhilatê Deryayê Spî ya parçebûyî û gelek dewletên bi nakok û nearam dê ji rêveberiya Biden re bimîne. Ev herêm ji ber şerên bi rêya wekîlan, timayên împeryalîst, pêşbirka olî ya taifî, tolhildana etnîkî û cihên jeosiyasî wêran bûne. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê hunermend Mihemed Elî Şaikr, di çilrojiya wî de li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo bi bîr tîne. Saet 15:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ji ber ewlehî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek kargeh lê hatin vekirin ku di peydakirina derfetên kar û pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê de roleke girîng list. Ji wan kargeha hilandina hesin a li Minbicê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Helebê diyar kir ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk du rûyên diravekê ne, hikumeta Şamê bi ambargoyê dixwaze rîafeya gel bişkîne û fitneyê li herêmên Rêveberiya Xweser derxîne. Şêniyan li hemberî siyasetên şerê taybet banga hevgirtinê li pêkhateyan kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA