Meclisa Şengalê: Şehîd Dilşêr bû Derwêşê serdemê

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê fermandarê HPG’ê şehîd Dilşêr bi bîr anî û da zanîn ku yek ji kesên ku rê li ber êrişa çeteyên DAIŞ’ê girt û rê neda komkujiya êzidiyan bi temamî pêk were, şehîd Dilşêr bû û got: “Şehîd Dilşêr bi 12 siwarên xwe re erka xwe ya dîrokî li ser civaka êzidî pêk anî û şehîd Dilşêr bû Derwêşê Serdemê.”

Meclisa Şengalê: Şehîd Dilşêr bû Derwêşê serdemê
31 ÇILE, 2021   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ê li ser şehîdbûna fermandarê HPG’ê Dilşêr Herekol daxuyaniyek da, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha diyar kir: “Dema li ser Şengalê xetere çêbû û çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê dikir, her wiha hêzên ku xwe parêzvanên Şengalê didît, li hemberî wan êrişan bê deng diman, fermandar Dilşêr bi 12’ê siwarên xwe re berê xwe da wargeha muqeddes Şengalê.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Di 3’yê Tebaxê de ferman li ser êzidiyan pêk hat. Şehîd Dilşêr bi 12 siwarên xwe re erka xwe ya dîrokî li ser civaka êzidî pêk anî û bi vê berxwedan û berevaniya ji çiyayê Şengalê, her wiha parastina civaka êzidî ji ber hovên çeteyan şehîd Dilşêr bû ‘Derwêşê Serdemê’.”

MXDŞ’ê diyar kir ku bi ked û têkoşîna Dilşêr û hevalên wî armanca çeteyan ku tunekirina ola êzidiyan bû, pêk nehat û wiha domand: “Dema çeteyan di 3’yê Tebaxê de berê hovîtiya xwe dabû Şengalê, hêzên ku xwe xwediyê Şengalê didît, ji nişka ve jin, zarok, kal û tevahiya civaka me di nava pencên çeteyan de hiştin. Gerîlayên li ser biryara rêber Apo ji bo parastina êzidiyan li civaka êzidî xwedî derketin, şehîd Dilşêr pêşengî ji wan re kir.”

Di dawiyê de MXDŞ’ê wiha lê zêde kir: “Şengal ji ber çeteyan hatibû valakirin lê niha gelê wê pêl bi pêl  vedigere ser warê xwe û bi azadî dijî, civaka êzidî sazî û dezegên xwe dane avakirin û xwe bi rê ve dibe. Van destkeftiyan em wek gelê êzidî qet ji bîr nakin ku bi keda şehîd û Dilşêran hatin bidestxistin. Em soz didin ku li xewn û xeyalên şehîdan xwedî derkevin û heya dawî ji bo Şengaleke xweser em ê tekoşînê bikin, her wiha li beramber her êrişeke li ser van destekeftiyên bi xwîna şehîdan hatina avakirin, em ê li ber xwe bidin.”