Şandeya NY'yê navên namzetên meclisa serokatiyê ya Lîbyayê ragihandin

Şandeya Neteweyên Yekbûyî ya li Lîbyayê lîsteya navên namzetên meclisa serokatiyê ku ji 45 kesan pêk tê, ragihand.

Şandeya NY'yê navên namzetên meclisa serokatiyê ya Lîbyayê ragihandin
30 ÇILE, 2021   21:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo erkdariya serokwezîran 24 kesan navên xwe tomar kirine.  Ji wan Selahettîn El-Nemrûş, Xalid El-Meşrî û Aqîla Salih in. Di heman demê de lîsteya namzetên ji bo serokatiye wezîran jî ji 21 kesan pêk tê, Ehmed Miêtîq û Fethî Başaxa di nav de ne. 

Namzetan soza da ku ew ê rêzê ji nexşeya rê re bigirin ku di komxebata diyalogên siyasî ya Lîbyayê de hatiye nîşandan.

Ji bo dengdayîna li ser rêveberiya demkî ya yekbûyî, şande dê komxebata diyalogan a siyasî ya Lîbyayê bi beşdarbûna hemû endamên wê di navbera ji 1 heta 5'ê Sibatê li Siwîsreyê li dar bixe.

(eh)