Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Me dest bi lêpirsîna bûyera ku duh li Keramê çêbûye, kir

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê têkildarî bûyera hedefgirtina karwanê hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê ku duh li bajarokê Keramê yê rojhilatê Reqayê rû daye, daxuyand ku wan dest bi lêpirsînê kiriye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Me dest bi lêpirsîna bûyera ku duh li Keramê çêbûye, kir
31 ÇILE, 2021   07:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî bûyera gulereşandina li karwanê hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî û çapemeniyê re parve kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Li gorî lêpirsîna destpêkê bi endamên li benda kontrolê re, dema ku trafîka leşkerî li gundewarên rojhilatê Reqayê dewriyeya asayî pêk dianî, karwanekî ji 3 erebeyan di benda kontrolê re bi lez derbas bû. Ji ber ku ew karwan bi guman bû, endamên li ser benda kontrolê gule lê reşandin. Di encamê de ajokarê erebeyekê şehîd bû û 3 kesên din birîndar bûn. Piştre diyar bû ku ew erebe yên karwanê hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê ne.

Piştî ku endamên li ser benda kontrolê hatin destgîrkirin da ku sedemên bûyerê û rastî bê eşkerekirin, Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê dest bi lêpirsîneke berfireh kir.”