Topên neteqiyayî li Eyn Îsa jiyana sivîlan dixin xeteriyê

Ev du meh in êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser navçeya Eyn Îsa ranawestin. Ji ber wê yekê êdî belavbûna top û moşekên neteqiyayî li navçeyê tiştekî asayî bûye, ku ew yek sivîlan bi xeteriyê re rû bi rû dihêle.

Topên neteqiyayî li Eyn Îsa jiyana sivîlan dixin xeteriyê
Topên neteqiyayî li Eyn Îsa jiyana sivîlan dixin xeteriyê
Topên neteqiyayî li Eyn Îsa jiyana sivîlan dixin xeteriyê
Topên neteqiyayî li Eyn Îsa jiyana sivîlan dixin xeteriyê
29 ÇILE, 2021   06:52
EYN ÎSA- ZANA SEYDÎ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 23`ê Mijdara borî ve êrişî derdora navçeya Eyn Îsa ya herêma Firatê dikin.

Di 64 rojan de, ajansa me li navçeya Eyn Îsayê dîmenên 162 cihên  li navenda navçeyê û gundên li ser rêya M4 ku top lê ketine, kişandin.

Di encama topbarana li dijî taxa bakur û rojvayê navçeyê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest da û di nav de jin û zarok 16 sivîl birîndar bûn.

 ‘ZEVIYA TOPAN’

Ji ber topbaranê, gelek top û moşekên neteqiyayî li kolanên navçeyê belav bûne.

Topên tankan û hawanê li nava malan û derdora rêyên navçeyê belav bûne. Her wiha agahiyên li ser belavbûnabi dehan topan li gundên El-Mişêrfe, Cehbel û Meilek ên li ser rêya M4 hene.

Ajansa me di 9`ê Çileyê zêdetirî 11 topên hawin ên ku li rojhilatê navçeyê ketine ku hîna neteqiyane, şopand.

Dewleta Tirk a dagirker di hedefgirtina Eyn Îsayê de topên hawan, topavêj, moşek û tank bi kar anîn.

 ‘KOMÊN ÇETE DI TOPBARANA LI SER EYN ÎSAYÊ DE ÇEKÊN NATO`YÊ BI KAR ANÎN’

/ar/uploads/files/2021/01/28/191218_2021-1-28-eyn-isa-topen-neteqiyay-28629.webp

Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li nêzî gundê Meilek li ser rêya M4, bermahiyên moşekekê ji cureya “Tow” dîtin ku bi temamî neteqiyabû.

Ya ku bala mirov dikişîne ew e ku çeteyên dewleta Tirk ên li herêmên Sûriyê yên dagirkirî di êrişên xwe yên li dijî şervanên QSD`ê de, çekên NATO`yê bi kar anîn, ku QSD`ê parçeyekî Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê ye.

‘QURBANIYÊN TOPÊN DEWLETA TIRK’

Di 27`ê Mijdara borî de ji ber teqîna topekê ji bermahiyên topbarana dewleta Tirk li nêzî gundê Ebû Sira yê li ser rêya M4, du zarokên bi navên Ubêd Îsmaîl El-Ehmed (16) û Mihemed Elî Ehmed (18) jiyana xwe ji dest dan û du kesên din bi giranî birîndar bûn.

 ‘BOMBEYÊN KU DIBE DI HER KÊLIYÊ DE BITEQIN’

Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî ji ANHA`yê re bi bîr xist ku topên dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane li ser navçeyê hatin baradin û diyar kir ku ji ber bombeyên ku dibe di her kêliyê de biteqin, jiyana şêniyan di xeteriyê de ye.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî hovane êrişî navçeya Eyn Îsayê ya stratejîk a li ser rêya M4 dikin û hewl didin 3 gundên li rojhilat û rojavayê navçeyê kontrol bike. QSD`ê jî ragihand ku şervanên hewldanên komên çeteyan ên dagirkirina gundan û rêya M4, têk birin.

 (şx)

ANHA