ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-01-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-01-2021
29 ÇILE, 2021   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Yekitiya Nivîskarên Kurd- Sûriyê bi boneya salvegera 6'an a rizgarkirina Kobanê şevbuhêrkeke wêjeyî li parka xwendinê ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 15:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hemwextî gefên dewleta Tirk a dagîrker ên li ser Şengal û Dêrikê, tevgereke leşkerî ya biguman a çekdarên PDK'ê li herêmên sînor ên di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de heye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ev du meh in êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Eyn Îsayê zêde bûne. Li aliyekî din jî topên neteqyayî yên li taxên navçeyê belav bûen, jiyana sivîlan dixe xeteriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Rûspiyên Ereb ên Şengalê gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û gotin: "Em ê bi hêzên xwe yên iraqî re li ber xwe bidin ku Yekîneyên Berxwedana Şengalê jî di nav de ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Jinên bajarê Minbicê qetilkirina Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr şeremzar kirin û bi "Sûcekî ne merd li dijî mirovahiyê bi nav kirin", jinan bang li civaka navnetewî û rêxistinên hiqûqî kirin ku li hemberî van sûcan ji bêdengiya xwe derkevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên çalakvan ên gundewarê rojhilatê Dêrazorê têkildarî qetilkirina Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr gotin ku dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê ji jinên birêxinkirî ditirsîn û hewl didin projeya rêveberiya xweser û vîna  jinên bi hêz têk bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê Ednan Hesen gotin ku armancên dewleta Tirk a dagîrker û hikumeta Şamê yek in ku bakurê Sûriyê bixe bin kontrola xwe. Endama Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Gulê Hesen jî bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk şermezar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Salih Gedo diyar kir ku pêkanîna êrişekê li dijî Şengalê ji aliyê dewleta Tirk ve, dê bibe biçûkxistina dewleta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê û got "Bila dewelta Tirk baş bizane ku ger êrişî bajarê Dêrikê bike, wê şêniyên herêmê nebin temaşevan û bê deng nemînin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Ji destpêka hatina partiya Baasê li ser desthilatê di sala 1963`yan de, hikumeta Şamê li dijî şêniyên Dêrazorê siyasetên sîstematîk meşandin. Her wiha piştî êrişa Amerîkayö ya li dijî Iraqê, berê şêniyên Dêrazorê da Iraqê û piştre di sala 2004`an de ew di êrişên li dijî Kurdan de bi kar anîn. Bi destpêkirina şoreşê re jî hikumeta Şamê ji bo belavbûna rêxistinên terorîst li Sûriyê, bi kar anî. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Çandinyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê xebatên xwe ji bo piştgiriya projeyên çandinyê didomîne. Hejmara projeyên ku sûd ji mazotê girtine gihaşt hezar û 547 projeyên çandinyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya girêdayî Rêveberiya Xwser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku ji ber ku piştgiriyê didin cotkaran, di dema niha de nikarin miqdareke din ên madeya mazotê belav bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî endamên milîsên"Dîfa Wetanî" dest bi diziyê kir û sivlên li taxê talan dikin, du ciwanên ji taxa Hilkoyê ya bajarê Qamişloyê parastina malên xwe dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gef û gurên dewleta Tirk a dagirker, bi taybet li ser Şengal û bajarê Dêrikê, berdewam dikin. Her çend metirsî zêdetir bibe jî liv û tevgera şeniyên bajarê Dêrikê jî ranaweste û soza xwedîderketina li destkeftiyên şoreşê didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA