Rûspiyên Ereb ên Şengalê: YBŞ`ê hêza me ye, em ê li dijî dagirkeriya Tirk bisekinin

Rûspiyên Ereb ên Şengalê gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û gotin: "Em ê bi hêzên xwe yên iraqî re li ber xwe bidin ku Yekîneyên Berxwedana Şengalê jî di nav de ye."

Rûspiyên Ereb ên Şengalê: YBŞ`ê hêza me ye, em ê li dijî dagirkeriya Tirk bisekinin
29 ÇILE, 2021   04:58
ŞENGAL

Serokkomarê dewleta Tirk a Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê bersiva pirsa rojnamevanekî ya derbarê serdana Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar ji bo Iraqê de da. Erdogan ê gefa êrişan li Şengalê xwar got: "Dibe ku şevekê em ji nişka ve bên."

Bertekên li dijî gefên dewleta Tirk zêde dibin. Rûspiyên êrîşên Ereb ên Şengalê bang li dewleta Tirk kir ku rêzê ji serweriya Iraqê re bigire.

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) 25`ê vê mehê bi daxuyaniyekê gefên Erdogan ên li ser Şengalê şermezar kirin û destnîşan kir ku Şengalê ne ji bo firotin û hesabên siyasî ye. PADÊ'yê her wiha banga berxwedanê li hemberî her êrişekê kir.

Serokê Meclisa Gundê Um El-Zubyan a Şengalê Hezaa Miheye El-Dîb ê ji pêkhateyê Ereb gefên dewleta Tirk şemezar kirin û diyar kir ku dewleta Tirk,  DAIŞ`ê anîn û derbasî Sûriyê û Iraqê kir.

ꞌEM IRAQÎ DESTWERDANA TIRKIYE QEBÛL NAKIN'

El-Dîb da zanîn ku ew destwerdana dewleta Tirk di kar û barên wan de qebûl nakin û got: "Em iraqî ne û destwerdana dewleta Tirk di kar û barên xwe de qebûl nakin, em bi hêzên xwe yên iraqî re ne ku YBŞ`ê jê ye."

Serokê Meclisa Gundê Um El-Zubyan girêdana xelkê Şengalê ya bi berxwedanê ve destnîşan kir û got: " Kijan hêzên dewleta Tirk derbas bibe em ê li dijî wan bisekinin."

ꞌYBŞ`Ê HÊZÊN ME NE Û EM ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK RED DIKINꞌ

Rûspiyekî gund bi navê Medxel Ehmed jî axivî û dijminatiya dewleta Tirk red kir û wiha gotinên xwe dewam kir:"Rewşa herêma me aram e û divê dewleta Tirk neyê vir. YBŞ`ê hêzên iraqî yên hevbeş in û li hemû Şengalê hene ku ew jî zarok û hêzên me ne."

Medxel diyar kir ku ew projeyên dewleta Tirk ku hewl dide li Iraqê pêk bîne red dikin û got: "Em dijî projeya dewleta Tirk a li Iraqê ne."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nJmL_8gCVus" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>