Dêrazor… ji paşguhkirin û serdema tarîtiyê ber bi birêxistinbûn û xebatê ve - 2

Ji destpêka hatina partiya Baasê li ser desthilatê di sala 1963`yan de, hikumeta Şamê li dijî şêniyên Dêrazorê siyasetên sîstematîk meşandin. Her wiha piştî êrişa Amerîka ya li dijî Iraqê, berê şêniyên Dêrazorê da Iraqê û piştre di sala 2004`an de ew di êrişên li dijî Kurdan de bi kar anîn. Bi destpêkirina şoreşê re jî hikumeta Şamê ji bo belavbûna rêxistinên terorîst li Sûriyê, bi kar anî.

Dêrazor… ji paşguhkirin û serdema tarîtiyê ber bi birêxistinbûn û xebatê ve - 2
29 ÇILE, 2021   05:34
NAVENDA NÛÇEYAN- EKREM BEREKAT

Dêrazor… ji serdema Baasê heta Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê

Ji destpêka ku partiya Baas li Sûriyê hat ser desthilatê, ji bo kontrolkirina herêma Dêrazorê gelek rêbaz bi kar anîn. Ya sereke, siyaseta lawazkirina binesaziya eşîran bi rêya derxistina tevliheviyê di nava wan de, paşguhkirina rola eşîrên mezin û biçûkkirina şêxên wan eşîran. Her wiha rol da bazirganan û rêbazê tirsandina ewlehiyê ya nerm bi kar anî.

Ji bo pêkanîna wê armancê, rejîma Baas çek belav kirin û ciwanên eşîran teşwîq kirin ku çekan bikirin û rakin, wekî nîşaneya hêz û serweriyê. Ji lew re çek bi rêjeyeke mezin di nava ciwanên eşîrên Dêrazorê de belav bûn û bi taybetî li herêmên li ser sînorê bi Iraqê re wekî Bokemal, El-Herî û gundan.

ÇAVÊ XWE LI KIRÎNA ÇEKAN GIRT

Hikumeta Baas çavê xwe li kirîna çekan ji aliyê ciwanên Dêrazorê ve girt, ji ber ku zanibû ku dê eşîrên herêmê wan çekan ne li dijî hikumetê lê belê di şerên navxweyî de bi kar bînin.

Di vê derbarê de, serokê şaxê Ewlehiya Leşkerî ya Qamişlouê Mihemed Mensûra ji sala 1980 û heta 2000`î kartên ewlekariyê ji bo rakirina çekan didan ciwanên eşîrên Dêrazor û Reqayê û heta herêmên li ser sînorê bi Iraqê re û bi wê yekê ciwanên herêmê bi çek kirin.

Heta beriya 2003`yan dema Amerîkayê êrişî Iraqê kir, çekên sivik wekî demançe û kalaşnîkov di destê eşîran de hebûn. Bi taybet piştî ketina Amerîkayê li Iraqê, ji ber cografiya wê ya li ser sînorê bi Iraqê re herêma Dêrazorê veguherî sûka reş a çekan û eşîrên herêmê cureyên nû yên çekan nas kirin wekî çekên navîn, suîqast, RBG û hin topên hewanê yên sivik û ji ber ku çek bi miqdarên mezin derbasî xaka Sûriyê dihatin kirin, çek bi nirxekî pir kêm dihatin firotin.

Siyaseta hikumeta Şamê ne tenê bi rêya çavgirtina li rakirina çekan ji aliyê ciwanên eşîran ve bû, lê belê saziyên şerê taybet ên hikumetê ciwan teşwîq dikirin ku ji bo berxwedana li dijî “dagirkeriya Amerîkayê”, berê xwe bidin Iraqê û sînor li pêşiya wan vekirin. Li ser wê yekê bi hezaran ciwanan berê xwe da Iraqê. Hejmarek ji wan jî beşdarî refên rêxistinên cîhadîst ên li Iraqê bûn. Wan ciwanan di bihara 2011`an de bi destpêkirina aloziya Sûriyê roleke berbiçav di avakirina rêxistina Cebhet El-Nusra de lîst ku di nava lîsteya terorê ya cîhanê de ye.

EREB LI DIJÊ KURDAN SOR DIKIRIN

Da ku rejîma Baas serweriya civaka Dêrazorê bike, ciwanên eşîrên Ereb li dijî Kurdan sor kirin û hewl da ku şerekî etnîkî di navbera Kurd û Ereban de derxe. Ev yek bi awayekî eşkere di 12`ê Adara 2004`an de derket pêş, dema ku ciwanên Dêrazorê ji bo maça futbolê ya tîma Cîhad û Fitiwê de şandina bajarê Qamişloyê. Rejîmê xwest ku maça futbolê ji bo derxista şerê Kurd û Ereban bi kar bîne, lê belê bi saya têgihîştin û zanabûna hejmareke aqilmendên herêma Cizîrê û Dêrazorê, ew hewldan têk çû. Tişta ku hikumeta Şamê nikarîbû di wê demê de bike, dixwaze niha bi rêya hedefgirtina şêx û serokeşîrên Dêrazorê pêk bîne.

TEVÎ DEWLEMENDIYA WÊ YA PETROLÊ, LÊ ŞÊNIYÊN HERÊMÊ SÛD JÊ NEDIGIRT

Hikumeta Şamê şêniyên herêma Dêrazorê ji xêr û bêrên herêmê mehrum hişt. Her wiha rewşa xizmetguzariyê û binesaziya herêmê paşguh kir. Li herêmê derfetên kar tune bûn û tevî ku herêmê bi berhemên binerd û bi taybet bi petrol û gazê dewlemend bû jî, lê belê hikumetê dest datanî ser berhemên wê û şêniyên Dêrazorê jê bêpar diman. Rêveberiya bilind a partiya Baas her tim digot ku berhemên petrol dikevin destên “ewle”.

Ji lew re piştî sala 2000`î ji ber lawazbûna aboriya herêmî, nebûna kargehan ku bi gelemperî li Heleb, Humis û Şamê bûn û nebûna projeyên ku derfetên kar ji ciwanan re peyda dikin, li herêma Dêrazorê pêla koçberiya ciwanan destpê kir. Êdî ciwanan dev ji Dêrazorê berdidan û berê xwe didan Şam, Heleb, Humis û derveyî Sûriyê, nexasim welatên Kendava Erebî.

DÊRAZOR Û ŞOREŞA SÛRIYÊ

Piştî ku şoreşa Sûrî di 15`ê Adara 2011`an dest pê kir, gelê Dêrazorê ji ber xizanî, mehrûmayînê û zordariyê daketin qadan û banga azadiyê kirin. Lê hêzên leşkerî bi guleyan li hember wan sekinînin. Di encama wê de yek ji eşîreya Igêdat hat kuştin. Bi vê yekê pêngava nakokiyan di navbera alîgirên hikûmetê ku sûdê jê digrin û kesên ku banga mafên xwe dikirin, derket. Ev yek li bajarokê Hetlayê çêbû.

Ji girîngtirîn sedemên ku hişt şêniyên Dêrazorê li hember hikûmeta Şamê serê xwe rakin, xizaniya zêde li herêmê, kêmbûna xizmetên ku ji wan re dihatin pêşkêşkirin li beramberî dewlemendiya wê ya mezin. Her wiha zihniyeta ku hikûmeta Baasê xwest di nava hin eşîreyan de belav bike ku Kurd li pey xistina rejîma Sedam Huseyn li Iraqê ne, vê yekê bi rêya kesên ku bi rejîma Iraqê ve li dijiî hikûmeta Baasê ya Sûriyê, girêdayî bûn bandoreke neynî lê kir.

Bi pêşektina xwepêşandanan bi taybet di dema tevlîheviya belavbûna çekdan de ku hikûmeta Baasê derfet dabû vê yekê, bikaranîna şêniyan ji çekan re da ku parastina xwe bikin, hikûmeta Baasê bi awayekî hov li hember xwepêşandanên li Dêrazorê sekinî.

Hêzên hikûmeta Baasê di 28`ê Tîrmeha 2011`an de bajarê Dêrazorê bi temamî dorpêç kirin da ku bi hêza leşkerî li hember xwepêşandanan bisekinin. Ji ber wê jî parçebûn di navbera hêzên leşkerî û ewlekarî de derket. Di wê demê de komên çekdar xwe bi Arêşa Azad ve girêdan û hin ji wan jî ji bo parastina xwe kom ava kirin û hin ciwanên din jî ji bo bîrên petrolê bixin bin serweriya xwe de, komên çekdar ava kirin.

Ji ber wê jî çek ne tenê ji bo xweparastinê hate bikaranîn, lê belê ji bo xizmeta ajandeyên Cebhet El-Nusra ku sûd ji çûna şêniyên Dêrazorê ku piştî êrişa Amerîkayê çûn Iraqê û piştre vegeriyan girt. Her wiha çek ji aliyê hin çavnebarên ku dixwestin bîrên petrolê û gaza xwezayî û depoyên genim bixin bin serweriya xwe de ji ber wê jî tevlîheviyeke mezin li herêmê çêbû.

CIHÊ YEKEM Ê ÇETEYÊN CEBHET EL-NUSRA LI SÛRIYÊ

Li Dêrazorê ji Tîrmeha 2011`an heta Nîsana 2012`an piştî mezinbûna zemîna xwepêşandanan û serweriya komên çekdar û eşîreyan li ser gelek herêman parçebûn û tevlîheviyek hebû. Ji ber komên çekdar û eşîreyan yekitiya refan li gel wan tine bû. Şer di navbera hikûmeta Şamê û opozisyonê de û di navbera rûspiyên eşîran de li ser pîrên petrolê û herêmên serweriyê de, hebû.

Vê yekê hişt ku komên çete weke Cebhet El-Nusra û paşê çeteyên DAIŞ`ê bi taybet ku belav bibin, nexasim piştî ku hikûmeta Şamê hin girtiyên ji xwediyên fikrên selefî serbest berdan û hin ji civaka eşîrtî ji Iraqê vegeriyan û bi wan re tecrûbe û pisporbûyîneke şerê dirêj bi rêxistinên cîhadî re bi taybet El-Qayîde, hebûn. Rola wan kesan di avakirina Cebhet El-Nusra de û rêxistina karê wê li herêma eşîreyan, girîng bû.

Li gorî Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratîjîk (NRLS) ku çeteyên Cebhet El-Nusra di destpêka 2012`an de xwe li bajarokê El-Şihêl, Xerbiye û Cedîd Igêdat ên rojhilatê bajarê Dêrazorê xwe bi rêxistin kirin. Ew bajar jî hin ji qebîleya Igêdat di wan de dijiyan. Hin ji eşîreyên ku ji girtîgeha Seydnaya di 2011`an de serbest hatin berdan tev li wan bûn û Cebhet El-Nusra di Çileyê 2012`an de ava kir ku paşê gelek ji zarokên eşîran tev lê bûn.

Çeteyên Cebhet El-Nusra ji bo ku cihê xwe di nava eşîran çêbikin, nehîştin ku endamên wê nêzî şêniyan bibin û bi awayekî baldarî tevdigeriyan û bi vê yekê jî hêza wê li herêmê ku çû zêde bû. Lê serweriya Cebhet El-Nusra li ser bajarê Dêrazorê zêde dirêj nekir. Ji ber di dema serweriya wê li ser Dêrazorê şer gelek caran di navbera wê û hin eşîreyan de derdiket.

DÊRAZOR Û DAIŞ

Piştî ku DAIŞ`ê xwe li Sûriyê û Iraqê di 2013`an de ragihand û hin herêmên Sûriyê dagir kir, parçebûneke mezin di navbera endamên çeteyên Cebhet El-Nusra de çêbû bi taybet piştî ku berpirsê şerîi yê Cebhet El-Nusra Ebû Mariya El-Iraqî  girêdana xwe bi serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî re, ragihand. DAIŞ`ê hebûna xwe di navbera eşîreyên herêmê de belav kir bi taybet bi rêya Eşîra El-Bigêr ku şaxek ji qebîleya Igêdate û nakokiyên di navbera wan û eşîreya El-Bû Kamil li bajarê El-Şihêl, keysbaz kir.

Di 20`ê Tîrmeha 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê hema bêje bi temamî parêzgeha Dêrazorê dagir kir û hêzên hikûmeta Şamê li hin herêmên ewlekariyê yên taybet man û ji wan jî balafirgeha leşkerî bû.

Dema ku DAIŞ`ê derbasî Dêrazorê bû û hin parçe jê dagir kir, serçeteyê Cebhet El-Nusra Sefwan El-Hent ku bi navê Ebû Hazim dihat naskirin li Dêrazorê dema ku dixwest ji bajêr derkeve, hate kuştin. Piştî wê şerê li Dêrazorê weke herêmên din ên Sûriyê veguherî şerê berjewendiyan, ajandeyên siyasî û tenê gel temenê vê yekê da. Gel rastî birçîbûn, windabûna xizmetan û hilweşandina binesaziyê hat û bi hezeran kes winda bûn, mal û milk hatin talankirin û bi hezeran ji gund, bajarok û bajaran koçber bûn.

(bx-cx)

ANHA