'Armanca qetilkirina Seida û Hind şikandina vîna jina têkoşer e'

Jinên ji bajarê Minbicê diyar kir ku qetilkirina her du rêveberên jin  Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr ji bo mirovahiyê şermek e û armanca jê şikandina vîna jinan e.

'Armanca qetilkirina Seida û Hind şikandina vîna jina têkoşer e'
29 ÇILE, 2021   03:48
MINBIC-SELWA EBDULREHAN

Çeteyên DAIŞ`ê roja 22`yê vê mehê Hevseroka Meclisa Bajorokê Til El-Şayîr a girêdayî navçeya Deşîşa Seida El-Hermas û cîgira wê Hind El-Xidêr revandin û piştre ew qetil kirin.

Li hemberî vê yekê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûnên xwe nîşan dan û daketin qadan, her wiha bi dehan sazî û rêxistinên daxuyanî da û hedefgirtina jinên çalakger red kir.

Di vê der barê de jinên ji Minbicê nêrînên xwe ji ANHA'yê re parve kirin.

Jina bi navê Rabia Bekro got: "Sûcên ku aliyên derve bi rêya şaneyên xwe yên veşartî li dijî gelên azad, bi taybet li dijî jinan pêk tînin, nexasim li dijî jinan û sûcê li dijî Seida û Hind sûcekî şer e."

Rabia destnîşan kir ku "Aliyên derve şerê jinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, ji ber ku jinên li van herêman li dijî dagîrkeran isbata hêza xwe kir û bi berxwedana xwe mezintirîn rêxistina terorîst a li cîhanê şikand ku ew jî rêxistina DAIŞ`ê ye."

Rabia wiha gotina xwe dewam kir:"Ji destpêka Şoreşa Sûriyê ve ku 2011`e ve, rola jinan di têkoşîna li dijî planên dagîrkirina xaka Sûriyê diyar bû, lê aliyên ku berjewendiyên wan li Sûriyê hene, nexasim dewleta Tirk ku piştgiriya terorê kir erdê Sûriyê parçe kir û serweriyên xwe lê çêkirin. "

Rabia Bekro got, kiryarên ku şaneyên veşartî li dijî her du rêveberan Seida û Hind meşand şerê taybet ê li dijî herêmê ye da ku ewlehî û aramiyê tê bibe û tirsê bixe nava gel.

ꞌARMANCKIRINA JINAN ISRARA JINAN XURTIR DIKEꞌ

Li aliyekî din jî Zehîda Îshaq eşkere kir ku qetilkirina her du rêveberan Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr sûcekî hovane ye.

Zehîda Îshaq gotina xwe wiha qedand:"Armancakirina jinan sûceke û dermirovî ye, lê hêz û israra jinan xurt dike."

Jina bi navê Xada El-Hemîd sûcê li dijî her du rêveberan şermezar kir û wê bi sûcekî hovane bi navê kir. Her wiha banga hesabxwestina ji dewleta Tirk a dagîrker kir.

Di dawiyê de Xada bêdengiya navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan a li hemberî sûcên ku li Sûriyê bi giştî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet têne kirin,  şermezar kir.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Z517ni7S1Zg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>