DYA`yê qetilkirina Hind û Seida şermezar kir

DYA`yê qetilkirina endamên rêveber ên Meclisa Bajaroka Deşîşa Hind El-Xidêr û Seida El-Hermas ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve şermezar kir.

DYA`yê qetilkirina Hind û Seida şermezar kir
28 ÇILE, 2021   18:51
 NAVENDA NÛÇEYAN

Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li Şamê bi dauxyaniyekê qetilkirina Hevseroka Meclisa Bajaroka Deşîşa ya Kantona Hesekê Seida El-Hermas û cîgira wê Hind El-Xidêr şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Hikumeta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi xemgînî agahiyên wefeta birêz Hind Letîf El-Xidêr û Seida El-Hermas bihîstiye. Her du jinên ku ji bo xizmeta civaka xwe kar dikirin. Em kuştina wan ji hêla DAIŞ`yên terorîst şermezar dikin û sersaxî ji malbatên wan re dixwazin. Êşa we êşa me ye.”

(şx)