DYA'yê bang li Rûsya û dewleta Tirk kir ku ji Lîbyayê vekişin

DYA'yê banga vekişandina yekser a hêzên Rûsya, dewleta Tirk û çeteyên wê ji Lîbyayê kir.

DYA'yê bang li Rûsya û dewleta Tirk kir ku ji Lîbyayê vekişin
28 ÇILE, 2021   18:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsên kar û xebatên nûnerê DYA'yê yê li gel Neteweyên Yekbûyî (NY) Richard Mills ragihand ku welatê wî ji dewleta Tirk û Rûsyayê xwestiye ku yekser hêzên xwe ji Lîbyayê bikişînin, di nav de hêzên leşkerî û çeteyan.

Richard Mills di civîna Konseya Ewlehiyê ya girêdayî NY`yî ya girêdayî Lîbyayê de got: "Em bang li tevahî aliyên derve di nav de Rûsya û dewleta Tirk dikin ku rêzê ji serdestiya Lîbyayê re bigirin û mudexeleyên xwe yekser di vî welêtî de bi dawî bikin.

(şx)