Li Minbicê zarokên şehîdan komkujiya li Til Rifetê şermezar kir

Li Minbicê, zarokên şehîdan bi daxuyaniyekê komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li navçeya Til Rifetê pêk anîn bû, şermezar kir.

Li Minbicê zarokên şehîdan komkujiya li Til Rifetê şermezar kir
28 ÇILE, 2021   16:51
MINBIC

/ar/uploads/files/2021/01/28/163225_abd-alqadr-atmwnh.webp

Daxuyaniyê li goristana Şehîdan a başûrê Minbicê ji aliyê kurê şehîd Suhêl Etmûna, Ebdulqadir Etmûna ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li navçeya Til Rifetê pêk anîbû ku di encamê de 2 zarok û jineke şehîd dibûn û gelek sivîl birîndar bibûn, heta şermezarkirin.

Hate gotin: "Em nameyeke spasî û serferaziyê ji her şehîdekî ku canê ji bo rizgarkirina xaka xwe ji zilma terorê daye û dê, bav û zarokên şehîddan re dişînin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku zarokên şehîdan dê xeta şehîdan bişopîninû  li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker bêdeng nemînin.

Daxuyanî bi diruşmehên dilsoziya bi şehîdan re û şermezarkirina êrişên li ser Til Rifetê bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xJyNNWX21NU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>