Li Til Rifetê bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê daketin qadan

Li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê bi hezaran kes bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Li Til Rifetê bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Li Til Rifetê bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Li Til Rifetê bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Li Til Rifetê bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Li Til Rifetê bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Li Til Rifetê bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Li Til Rifetê bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Li Til Rifetê bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê daketin qadan
28 ÇILE, 2021   16:02
ŞEHBA

Bi diruşmeya "Na ji êrişên dewleta Tirk a dagirker re, na ji qirkirin, qetilkirina sivîlan û tecrîdê re.. ji berxwedan û biratiya gelan re erê",  Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Rifetê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker meşek li dar xist. Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê tev li meşê bûn.

Şêniyan li pêşiya nexweşxaneya Til Rifet a di navber gudnê dêr Cemal û navenda navçeya Til Rifetê de  kom bûn. Şêniyan wêneyên şehîdên komkujiya li Til Rifetê û pankartên "Sûriya ya sûriyan e, ne ya dagirkeran e", "Hilweşe dagirker û çeteyên wê", "DAIŞ jinan serjê dike û Erdogan zarokan qetil dike" û "Jinên Efrîn û Şehbayê heta rizgarkirina tevahî xaka xwe li hemberî dagirekriya Tirk disekinin" vekiribûn.

Meş ji pêşiya nexweşxaneyê ber bi çexerêya naverasta navçeyê ve dest pê kir û diruşmeyên silavkirina berxwedana Şehba û Efrîn, dilsoziya bi şehîdên komkujiyê re hatin berzkirin.

Meş li çerxerêya navçeyê rawestiya, girse deqeyeke rêz girtin. Ji rêveberên Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê Necah Hisên axivî, berxwedana gel a li hemberî dagirkeriyê silav kir û got: "Salek di ser komkujiya yekemîn re derbas bû ya ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê pêk anîbû û 8 zarokan qetil kiribû, dagirkeriya Tirk îro dîsa hovîtiya xwe li dijî vê gelê berxwedêr dûbare dike, komkujiyeke din li Til Rifetê pêk anîn ku di encamê de du zarok û jinekê jiyana xwe ji dest dan. Armanc ji van êrişan zindîkirina DAIŞ'ê li herêmê ye."

Necah di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser qetilkirina rêveberên jin ên Mecilsa bajarokê Til El-Şayir a kantona Hesekê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve û got, armanc ji vê  yekê îradeya jina azad bişkînin.

Necah Hisên di dawiya axaftina xwe de got ku her çiqasî hêzên dagirker êrişên xwe zêde bikin ew jinên herêma Efrînê dê berxwedana xwe zêdetir bikin.

Hevserokê Meclisa Kantona Şehbayê Cuma Kalo jî got: "Bi vê hejmara mezin em nameyekê didin dagirkera Tirk  çeteyên wê ku em ê berxwedana xwe bidomînin û li hemberî sûcên wê yên dermirovî bisekinin."

Kalo îşaret bi bêdengiya Rûsya ya li hemberê sûcên dewleta Tir a dagirker kir û ev yek destnîşan kir: "Rûsya îdiaya parastina xak û gelê Sûriyê ji destwerdanên derve dike, lê em dibînin ku bi rêya lihevkirinan li ser hesabê xwîna jin û zarokên me berjewendiyên xwe berfireh dike."

Kalo di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî pêkhateyên herêma Efrînê "Kurd, Ereb û Tirkmen" bisekinin.

Çalakî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana Efrîn, Şehba û şermezarkirina binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DPheCr6C8aA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>