Ji ber topbaranê dagirekran 40 gundên Til Temir û Zirganê bê kehrebe ne

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker xetên kehrebeyê kirin hedef, 40 gundên Til Temirê bê kehrebe ne.

Ji ber topbaranê dagirekran 40 gundên Til Temir û Zirganê bê kehrebe ne
Ji ber topbaranê dagirekran 40 gundên Til Temir û Zirganê bê kehrebe ne
Ji ber topbaranê dagirekran 40 gundên Til Temir û Zirganê bê kehrebe ne
Ji ber topbaranê dagirekran 40 gundên Til Temir û Zirganê bê kehrebe ne
Ji ber topbaranê dagirekran 40 gundên Til Temir û Zirganê bê kehrebe ne
Ji ber topbaranê dagirekran 40 gundên Til Temir û Zirganê bê kehrebe ne
Ji ber topbaranê dagirekran 40 gundên Til Temir û Zirganê bê kehrebe ne
28 ÇILE, 2021   15:33
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Artêşa Tirk a dagirkir û çeteyên wê di 6`ê Çileyê de êrişî gundê Derdara dê dikeve bakurê navçeya Til Temirê kir û stasyona kehrebeyê ya nêzî gund bû hedef, di encamê de stasyon ji xizmetê derket.

Stasyonê kehrebeyê didin 40 gundên navçeyên Til Temir û Zirganê. Ji zêdetirî 20 rojan ve 40 gund di tartiyê de ne.

ANHA'yê xwe gihand gundê Derdara û nêrînên sivîlan girtin. Sivîlan metirsiyên xwe derbarê qutbûna kehrebeyê de anîn ziman.

Şêniyê bi navê Mehmûd El-Ebdullah dibêje: “Ji ber topbarana dawîn a li dijî gund û stasyona kehrebeyê ya li Til Temirê kehrebe qut bû.”

Aliyên têkildar hewl didin xetên kehrebeyê sererast dikin, lê ji ber êrişên domdarê ên dewleta Tirk a dagirker  û çeteyên wê nikarin rast bikin.

El-Ebdullah wiha domand: “Azarên me ji ber qutbûna kehrebeyê zêde dibin.”

Şêniyê bi navê Xidir El-Faris bang li aliyên têkildar kir ku kehrebeyê bigihînin gund.

Gerînendeya Kehrebeyê ya Til Temirê bi koordîneya hêza garantor Rûsyayê, ji 3 rojan ve hewl dide bigihêje torên kehrebeyê yên wêrankirî lê nikare ji ber ku nêzî herêmên dagirkirî ye.

Her wiha werşeyên sererastkirinê nikarin xwe bigihînin wê herêmê ji ber ku hêzên Rûsyayê nikare wan biparêze.

Hevserokê Gerînendeya Kehrebeyê ya navçeya Til Temirê Fehid Semîle got ku ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser gundên bakurê navçeya Til Temirê, gelek zirar gihaşt xeta 20`an a ku kehrebeyê ji stasyona li Til Temirê digihîne gundên li ser rêya navçeya Zirganê.

Semîle diyar kir ku ji ber topbarana dawîn, hezar û 500 metre ji xetên kehrebeyê hilweşiyan, gelek stûnên kehrebeyê şikestin û kehrebe li ser derdora 40 gundî qut bû.

Semîle derbarê sedema ku ji ber wê kehrebe nagihêje wan gundan de, ev yek destnîşan kir: “Em hewl didin xwe bigihînin cihê wêran bûye, lê ji ber ku koordîne di navbera Rûysa û dewleta Tirk a dagirker de kêm e û kadroyên sererastkirinê têne hedefgirtin, ev yek pêk nayê.”

Semîle bang li Rûsyayê kir ku bi awayekî cidî fişarê li hêzên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bike, da ku xetên kerhebê neke armanc. Her wiha koordîneyekê çêkin ji bo ku werşeyên sererastkirinê zirarên ku çêbûne rast bikin û kehrebe ji nû ve bigihêje sivîlan.

Her wiha Semîle bang li civaka navneteweyî kir ku sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê û hedefgirtina torên kehrebeyê bidin rawestandin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yMyj4gsuU90" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>