Li herêma Cizîrê dê 15 navendên tenduristiyê bên vekirin

Welatiyên 66 gundên başûrê navçeya Tirbespiyê daxwaze vekirina navendên tenduristiyê kir û Desteya Tenduristiyê diyar kir ku li herêma Cizîrê dê 15 navendan  vekin.

Li herêma Cizîrê dê 15 navendên tenduristiyê bên vekirin
28 ÇILE, 2021   09:17
RÊNAS REMO-QAMIŞLO

Herêmên başûrê herêma Cizîrê ji ber êrişên çeteyên DAIŞ`ê binesaziya herêmê hate wêrankirin, lê piştî YPG-YPJ`ê çeteyên DAIŞ`ê têk birin, yekser Rêveberiya Xweser piştgiriya herêman kir û xizmetguzariyên sereke pêşkêş kirin.

66 gundên li başûrê navçeya Tirbespiyê zehmetiya peydakirina xizmetguzariyên tenduristiyê dikişînin, ji ber ku li herêmê navendên tenduristiyê tune ne û dûrî navenda navçeyê ne, ji lew re welatiyan bang li Desteya Tenduristiyê kir ku navendekê ji wan re çêkin.

Welatiyê bi navê Ednan El-Hewar ê ji bajarokê Ebû Firî diyar kir ku pêwîstiya herêmê bi navendeke tenduristî heye, ji ber ku erdnîgariya herêmê berfireh e.

Ehmed Mixlif El-Hemze jî axivî û destnîşan kir ku nebûna navenda tenduristiyê zehmetiyên welatiyan zêdetir dikin nexasim dema ku rewşên awarte hebin, ji ber vê yekê çêkirina navendeke  tenduristiyê li gundên başûrê navçeya Tirbespiyê girîng e.

Endamê Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa bajarokê Ebû Feri Mahir Xelef jî axivî û got ji bo vekirina navendeke tenduristiyê wan gelek daxwazname pêşkêş kirine, ji ber ku zêdetirî 60 gund girêdayî herêmê ne, dema kesek nexweş dikeve zehmetiya çûna ber bi navenda navçeyê dikişînin û lêçûna wê jî pir e.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Dr. Mistefa Keleş eşkere kir ku ew ê li herêmên cuda yên herêma Cizîrê 15 navendên tenduristiyê vekin û ev yek jî di planên sala 2021`an de ye.

Têkildarî derengmayîna kar û xebatê Dr. Mistefa Keleş da xuyakirin ku ji ber kadroyên tenduristiyê li wan herêman tune ne, vekirina navendên tenduristiyê dereng ma, lê ew ê li hemû herêmên navendan vekin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0eAWWFWDDlg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>