​​​​​​​CPT di serdana xwe ya Tirkiyê de neçûye Îmraliyê

Heyeteke CPT’yê di navbera 11-25’ê Çileyê de serdana Tirkiye kir, li girtîgeh û navendên destgîrkirinê lêkolîn kir lê hate zanîn ku heyetê serdana Îmraliyê nekiriye.

​​​​​​​CPT di serdana xwe ya Tirkiyê de neçûye Îmraliyê
28 ÇILE, 2021   08:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) di navbera 11-25’an de çûye Tirkiyê û li gelek girtîgeh û navendên destgîrkirinê lêkolîn kiriye lê neçûye Îmraliyê ku rêber Abdullah Oclan tê de tê ragirtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku li ser nêzîkatiyên kesên tên destgîrkirin û rewşa girtiyan nîqaş hatine kirin. Bi taybet rewşa jin, zarok û kesên bi cezayê muebeddê hatine mehkûmkirin, lêkolîn kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di serdanê de pêşniyarên heyetê yên berê ji rayedarên Tirk hatine pirsîn bê ka pêk hatine yan na. Di dawiya serdanê de heyetê çavdêriyên xwe yên destpêkê bi meqamên dewleta Tirk re parve kirine.

Di heyeta CPT’yê de serokê CPT’yê Mykola Gantovskyy, cîgira serokê CPT’yê Therese Rytter, Ajordje Alempijevic, Nico Hirsch, Julia Kozam, Ceyhun Karacayev, Hans  Wolff, Hugh Chetwynd û ji sekreterên CPT’yê Elvin Aliyve cih girtiye.