Platformeke çapemeniyê girêdayî dosyayên kesên girtî û revandî hate avakirin

“Komîteya Sûriyên ji bo kesên girtî û revandî” platformeke çapemeniyê ya taybet ava kir da ku dosyayên destgîrkirinên siyasî û şerên çekdarî lêkolîn bike. Platformê ji 27`ê Çileyê (duh) ve dest bi kar kiriye.

Platformeke çapemeniyê girêdayî dosyayên kesên girtî û revandî hate avakirin
28 ÇILE, 2021   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 4`ê Nîsana 2020`an de komeke parêzer û çalakvanan bi însiyatîfa Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) komîteyek ji bo şopandina rewşa girtiyan û kesên bi destê aliyên şer ên cuda li Sûriyê hatine revandin, ava kir û navê “Komîteya Sûriyên ji bo kesên girtî û revandî” lê kir.

Ew komîteyeke serbixwe ye û tu têkiliya endamên wê bi aliyên siyasî yan bi kesên girtî û revandî re tune ye. Komîte ji 9 endaman pêk tê û koordînatora giştî ya komîteyê parêzer Mecdûlîn Hesen e.

Erk û xebatên komîteyê yên sereke ev in:

Avakirina tîmeke xebatê ji malbatên kesên girtî û revandî, pisporên qanûnî û çalakvanên sivîl. Di wê derbarê de, danîna têkiliyan bi hemû deste, sazî, paymangeh, rêxistin û aliyên peywendîdar re. Destpêkirina hemleyên herêmî, nîştimanî û navneteweyî û lidarxistina panelan ji aliyê deste, hikumet û kesayetên ji nasnameyên cuda yên di karê hiqûqî de pispor in. Pêkanîna hevdîtinan bi aliyên siyasî re yên di siyaseta Ewropayê û civaka sivîl de bi bandor in. Lidarxistina panelên girêdayî mijarê li hundir û derveyî Sûriyê. Birêxistinkirin û fînansekirina werşeyên xebatên yên têkildarî vê dosyayê li hundir û derveyî Sûriyê. Piştgiriya malbatên kesên girtî û revandî di aliyê derûnî û madî de bi rêya projeyên biçûk.

Her wiha avakirina platformeke çapemeniyê ya taybet bi wê mijarê ku tê de lêkolîn û nivîsên der barê dosyayên destgîrkirina siyasî û şerên çekdarî, ku bi awayekî pratîk ji 27`ê Çileyê ve dest bi kar kir.

(cx)

ANHA