Rojnameyên erebî: Li başûrê Sûriyê rageşiyeke mezin heye

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî rageşiya li başûrê Sûriyê, stratejiya nû ya DYA`yê li Kendava Erebî û rewşa Tunisê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Li başûrê Sûriyê rageşiyeke mezin heye
28 ÇILE, 2021   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

‘GELÊ SIWÊDAYÊ BI HÊRS E, LI DERAAYÊ JÎ RAGEŞÎ HEYE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat di nivîseke xwe ya têkildarî rewşa Sûriyê de, behsa hêrsbûna gelê Siwêdayê kir û wiha nivîsî: “Piştî agahiyên li ser nêzîkatiya xirab a berpirsekî ewlehiyê li hemberî rûspiyeke durzî, gelê Siwêdayê ya başûrê Sûriyê bi hêrs bû. Di heman demê de hin fermandarên li Deraayê ya nêzî Siwêdayê daxwaza Şamê ya şandina çekdaran ji bo Idlibê, red kir.”

Rojnameyê ku agahiyên xwe spartin Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) wiha dewam kir: “Li deverên cuda yên parêzgeha Siwêdayê ji ber nêzîkatiya şaş a serokê şaxê îstixbaratên leşkerî li herêma başûr sertîb Loey El-Elî li hemberî serokê taîfeya Muwehîdîn a durzî Hikmet El-Hecerî, gel bi hêrs e. Di çend saetên derbasbûyî de, ji ber hêrsa zêde hin kesan wêneyên serok Beşar El-Esed xirab kirin.

Li herêmê hewldanên aramkirina rewşê hebûn. Her wiha piştî ku gelek şande ji herêmên cuda yên Sûriyê wekî Şam, Quneytîra û hin deverên din hatin mala El-Hecerî, hin rayedarên payebilind ên hikumeta Şamê lêborîn ji rûspiyê durzî yê navborî xwest.

SOHR`ê destnîşan kir ku gelê Siwêdayê xwestiye ku serokê şaxê îstixbaratên leşkerî li herêma başûr ji peywirê bê xistin.

Ji bo aramkirina rewşê, şaxê îstixbaratên leşkerî girtiyekî ku haya hikumetê ji girtina wî nîn bû, berda.

Li Deraa ya nêzî Siwêdayê jî, hate ragihandin ku komîteya navendî ya Deraayê şertên ku Şamê ji bo rawestandina êrişa li ser bajarê Tefes û gundewarê rojavayê Deraayê pêşkêş kiriye, red kiriye.”

‘XETEKE AMERÎKAYÊ YA PARASTINA KENDAVÊ LI SER BERAVÊN DERYAYA SOR’

Rojnameya El-Ereb jî wiha nivîsî: “Amerîkayê li herêma Kendavê nameyeke stratejîk a herî xeternak da. Hemwextî aloziya bi Îranê re, artêşa Amerîkayê piştrast kir ku ew bikaranîna berava li ser Deryaya Sor û 2 balafirgehên din li Erebistana Siûdî, lêkolîn dikin.

Çavdêrên rewşê got stratejiya nû ya Amerîkayê li Kendava Erebî îşaretê bi 2 îhtimalên xeternak di heman demê de dike; ya yekemîn ew e ku DYA “xeteke din a parastina Kendavê dûrî Îranê” ava dike. Her wiha li gorî Washingtonê, hêza parastinê û hêza leşkerî ya niha li rojhilatê Siûdiyê û li seranserê herêma Kendavê ji bo bersivdayîna êrişeke berfireh a Îranê têrê nake.

Artêşa Amerîkayê jî ew yek bi “planeke awarte” bi nav kir.”

‘WEZÎRÊN NÛ BERÊ XWE DIDIN KOŞKA SEROKATIYÊ YA LI QERTACÊ’

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî rewşa Tunisê wiha nivîsî: “Çavê gelê Tunisê îro li koşka serokatiyê ya li Qertacê ye û li bendê ne ku serok Qeys Seîd wezîrên nû pêşwazî bike da ku sonda destûrê bixwin.”

(cx)