​​​​​​​Şêniyên Şengalê di roja 58`emîn de çalakiya xwe didomînin

Çalakiya ku şêniyên Şengalê ji bo piştgiriya asayîşa Êzidxanê dabûn destpêkirin di roja 58`emîn de didome.

​​​​​​​Şêniyên Şengalê di roja 58`emîn de çalakiya xwe didomînin
28 ÇILE, 2021   08:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Şengalê di çarçoveya çalakiyên dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca piştgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê, li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em Hemû Asayîş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 58`emîn de didome .Şêniyên Şengalê kom bi kom serdana konê çalakiyê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakgeran nîşand didin.

Şêniyên Şengalê heya niha gelek caran daxwazên xwe pêşkêşî hikumeta Iraqê kirine, lê heya niha rayedarên Iraqê bersivek erênî nedane. Ji ber vê yekê civaka Êzidî diyar dike ku heta daxwazên wan pêk neyên ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.

 Ciwanê bi navê Elî Xeyrî da zanîn ku hikûmeta Iraqê bi vê lawazbûna xwe dixwaze wan bê îrade bike. Her wiha diyar kir ku ew ê heta dawiyê li dijî siyaseta qirkirinê ya ku bi destê dewleta Tirk ku li Iraqê tê meşandin li ber xwe bidin.

Endama Meclîsa Jinan a komelgeha Zorava Norê Hecî bal kişand ser çalakiya destekdayîna konê rûmetê ya Êzidxanê û wiha got:“Heta ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bersivek ji bo îradeya me neyê dayîn em ê tevî  zarokên xwe li ber xwe bidin. Ger ku hinek serweriya Iraqê di heremê de hebûya, dewleta Tirk nedikarî wisa bi rihetî gefan li Şengalê bixwe. Tu hêviyeke me bi dewletê tune ye, Heviya me hêza me û îrada me ye."

ANHA