Şêniyên Qamişlo li hemberî gefên dewleta Tirk serî hildan

Şêniyên kantona Qamişlo bang li tevahiya gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bibin yek. Her wiha gotin ku wan rêya berxwedanê pejiraniye û gefên Erdogan israra wan a şopandina rêya şehîdan zêde dike.

Şêniyên Qamişlo li hemberî gefên dewleta Tirk serî hildan
Şêniyên Qamişlo li hemberî gefên dewleta Tirk serî hildan
Şêniyên Qamişlo li hemberî gefên dewleta Tirk serî hildan
Şêniyên Qamişlo li hemberî gefên dewleta Tirk serî hildan
Şêniyên Qamişlo li hemberî gefên dewleta Tirk serî hildan
Şêniyên Qamişlo li hemberî gefên dewleta Tirk serî hildan
Şêniyên Qamişlo li hemberî gefên dewleta Tirk serî hildan
Şêniyên Qamişlo li hemberî gefên dewleta Tirk serî hildan
Şêniyên Qamişlo li hemberî gefên dewleta Tirk serî hildan
25 ÇILE, 2021   16:01
 QAMIŞLO

Piştî gefên dawîn ên dewleta Tirk ku dê êrişî Şengal û Dêrikê bike, şêniyên kantona Qamişloyê li dijî wan gefan daketin qadan û sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Li Girkê Legê bi sedan şênî ji Qada Şehîd Xebat heta naverasta navçeyê meşiyan. Şêniyan sloganên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û silavkirina berxwedana gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berz kirin.

Meş li naverasta navçeyê rawestiya, hevseroka Meclisa Navçeya Girkê Legê Muna El-Nesir axivî û bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk şermezar kir.

Muna diyar kir ku aloziya Sûriyê ji ber mudexeyelên derve , nexasim dewleta Tirk a dagirker, berdewam e. Muna got ku ji ber bêdengiyê civaka navneteweyî dewleta Tirk a dagirker sûcên hovane li dijî şêniyên herêmê pêk tîne û axa Sûriyê dagir dike.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê Qehreman Mihemed bavê şehîd Baz aixîv û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navçeya Til Rifetê li kantona Şehbayê û gefên wê yên domdar li dijî herêmê nemaze navçeya Dêrikê û Şengalê şermezar kirin. Mihemed bang kir ku divê gel bibe yek heta ku karibe wan gefan têk bibie.

Meş bi diruşmeyan bi dawî bû.

Li navçeya Çilaxa jî bi dehan şênî ji bo şermezarkirina gefên dawîn ên dewleta Tirk ên li dijî Şengal û Dêrikê daketin qadan.

Şênî ji ber çerxerêya Şehîd Mahsûm dest bi meşê kir û di nav kolanên sereke yên navçeyê de meşiyan. Meş li ber geraca navçeyê rawestî û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa Heysem Hisên axivî û got ku bêdengiya civaka navneteweyî rê da dewleta Tirk ku herêmên din ji Sûriyê dagir bike û siyaseta kuştin û terorê li dijî wan pêk tîne.

Heysem anî ziman gelên herêmê rêya berxwedanê pejirandiye û gefên Erdogan israra wan a şopandina rêya şehîdan zêde dike.

Endama Kongreya Star a navçeya Çilaxa Muna Emûka axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker siyaseta xwe ya hovane li dijî gelên herêmê didomîne û di radeya yekemîn de jinan dike hedef da ku vîna wan bişkîne.

Şêniyan di dawiya meşê de, banga yekitiyê kir.

 (şx)

ANHA