Mezlûm Ebdî sersaxî ji malbatên Seida û Hind re xwest

Fermandarê Giştî ya QSD`ê Mezlûm Ebdî sersaxî ji malbatên her du şehîdan Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr re xwest.

Mezlûm Ebdî sersaxî ji malbatên Seida û Hind re xwest
25 ÇILE, 2021   16:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û got: “Şehîd Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr dema ku erkên xwe pêk dianîn ji hêla kesên tirsonak ve hatin kuştin. Ev sûca hovane, li dijî jina azad û nirxên demokratiyê ye.

Em sersaxî ji malbatên her du şehîdan re dixwazin, em soz didin ku em şaneyên sûcdariyên bigirin û edaletê pêk bînin.

Dilovajî ji şehîdên azadiyê re”

(şx)

ANHA