Partiyeke Êzidî gefên dewleta Tirk şermezar kirin û bêdengiya hikumeta Iraqê rexne kir

Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidî bang li hikumeta Iraqê kir ku gefên dewleta Tirk ên destwerdana li dijî Şengalê red bike û got, Şengalê ne ya bazarên siyasî ye.

Partiyeke Êzidî gefên dewleta Tirk şermezar kirin û bêdengiya hikumeta Iraqê rexne kir
25 ÇILE, 2021   16:53
ŞENGAL

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide qada dagirkirina xwe li herêmê fireh bike. Li aliyekî din Erdogan bi awayekî eşkere, gefa pêkanîna êrişekî li ser Şengalê xwar.

Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidî derbarê mijarê de daxuyanî da raya giştî.  Daxuyanî bi amadebûna endamên partiyê li pêşiya avahiya partiyê ya li navçeya Sinûnê  ji aliyê endamê nivîsgeha siyasî ya partiyê Heyder Reşo ve hate xwendin.

Partiyê di daxuyaniyê de Neteweyên Yekbûyî (NY) û hikumeta Iraqê muxateb girt û got ku Şengal nayê frotin û daxuyaniyên dewleta Tirk a ku destekê dide terorê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ji van daxuyaniyên dijminane  dewleta Iraqê li ku derê ye, kanîn protokolên navneteweyî yên ku di navbera dewletên derdorê de hatine îmzekirin, ma gelê Iraq ne xwedî serdestî ye?"

Partiyê diyar kir ku dewleta Iraqê bûye qada tesfiyekirina nakokiyan û gelê hesabê vê yekê dide.

Di dawiyê de partiyê got: “Em ê ax, rûmet û çiyayê xwe yê bilind biparêzin. Em dev ji destkeftiyên şehîdên ku warê xwe ji DAIŞ`ê rizgar kirin bernadin, li hemberî her êrişekê em ê li ber xwe bidin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tkXNhzIxiVc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>