Wezîrê Parastinê yê nû wê hêzên Amerîkayê li Iraq û Efganistanê bihêle

Wezîrê parastinê yê Amerîkayê yê nû bi sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg re dosyayên girêdayî Iraq û Efganistanê nîqaş kirin.

Wezîrê Parastinê yê nû wê hêzên Amerîkayê li Iraq û Efganistanê bihêle
23 ÇILE, 2021   09:49
 NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê parastinê yê nû Lloyd Austin niyet dike ku hêzên Amerîkayê li Efganista û Iraqê bihêle. Wezareta Parastinê ya Amerîkayê îro bi daxuyaniyekê de diyar kir ku her du rayedaran girîngiya rewşa heyî nexasim parastina helwesta parastinê ya NATO`yê nîqaş kirin.

Rêveberiya Joe Biden duh bi şev ragihand ku ew ê ji lihevkirina bi Talîban re vekişe, heke tevger agirbest li gorî lihevkirina aştiyê ya sala borî pêk neanî.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan bi rêya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Efganistanê Hemedullah Muhîb zelal kir ku DYA`yê niyat dike lihevkirinê ji nû ve di ber çavan re derbas bike.

Ruxmî lihevkirinan, lê rêveberiya Trump di 15`ê Çileyê de hejmara hêzên artêşa Amerîkayê li Efganistanê heta 2 hezar û 500 leşkerî kêm kir.

Li Iraqê jî rêveberiya berê ya Amerîkayê, hejmara hêzên Amerîkayê kêm kir. Lê rêveberiya Biden ji roja yekemîn ve li dijî gelek biryarên berê derketin û dê stratejiya xwe ji nû ve di ber çavan re derbas bike.

(şx)