Rêxistinên mafnas metirsiyên xwe ji ber çarenûsa girtiyan diyar kir

Rêxistina El-Tedamun a mafên mirovan li Lîbyayê metirsiyên xwe der barê çarenûsa gurûpeke ji girtiyan di girtîgeha girêdayî komên El-Redi ya girêdayî hikumeta El-Wîfaqê li Terablusê de piştî dest bi greve birçîbûnê kirine, diyar kir.

Rêxistinên mafnas metirsiyên xwe ji ber çarenûsa girtiyan diyar kir
23 ÇILE, 2021   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistinê bi daxuyaniyekê tekez kir ku girtiyên jin tevî ku tu tişt li dijî wan nehatiye îsbatkirin, lê dozgeriyê ji bo serbestberdana wan destwerdan nekir. Berpirsên girtîgehê gotin dozgerî berpirsa ku ew jin serbest nehatine berdan.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de behsa hejmara ne diyar a girtiyan kir û wiha got: "Hejmara girtiyên di girtîgeha El-Redi de ne diyar e. Tu desteyên serbixwe yan niştîmanî yan jî navneteweyî serdana girtîgehê nekirine."

Her wiha destnîşan kir ku komên El-Redi derfet nedan ku şandeyek ji NY`yê ku destekê dide Lîbyayê serdana girtîgehê bike.

Di raporeke nivîsgeha mafên mirovan de hat gotin hejmara girtiyan di girtîgeha Mêtêqiyê nêzî 3 hezar û 300 di nav de jin û zarok jî hene.

 (bx)