Li gundewarên Laziqiyê topbaran

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li derdora gundewarên Laziqiyê baregehên hev topbaran dikin.

Li gundewarên Laziqiyê topbaran
23 ÇILE, 2021   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), li eniyên çiyayê Tirkman li gundewarên Laziqiyê de çeteyek hat kuştin.

Li gorî SOHR'ê, hêzên hikumeta Şamê enî û cihên derdora Sehil Xab a li gundewarên bakur rojavayê Hemayê topbaran kir.

Hêzên hikumetê yên li gundewarên Idlibê bi cih dibin, baregehên çeteyan li gundê Filêfil û deverên din li çiyayê Zawiyê topbaran kir.

SOHR'ê vê sibehê ragihand ku di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de li eniyên çiyayê Zawiyê ya li gundewarên Idlibê şer bi moşekan rû da.

(dm)