PYD û Kongreya Star a Lubnanê dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongreya Star a Lubnanê bi du dauxyaniyan, destwerdana dewleta Tirk li dijî Efrînê û sûcên ku li dijî gelê wê pêk anîne, şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku dagirkeriyê bidawî bikin.

PYD û Kongreya Star a Lubnanê dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir
20 ÇILE, 2021   20:38
 BEYRÛT

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongreya Star a Lubnanê bi boneya salvegera 3`yemîn a dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve, daxuyanî da.

Endamê PYD`ê ji hêla partiyê Xalid Xal ve û daxuyaniya Kongreya Star jî endama kongreyê Malva Elî xwend.

Di her du daxuyaniyan de êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Efrînê û dagirkirina wê piştî berxwedaneke dîrokî ji hêla ciwanên wê ve ku 58 roj dom kir, hatin şermezarkirin. 

Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi dagirkirina Efrînê re bû sedem ku zêdetirî 300 hezar welatî ji warên xwe koçber bibin. Ji dema dagirkirinê ve, demografiya herêmê diguhere û sûcan li dijî mirovan û heta dar û kevir pêk tîne.

Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku hikumeta Şamê û Rûsya berpirsên dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk ve ne.  Bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Meclisa Ewlehiyê hate kirin ku komîteyên pirsporê belgekirina rastiyan û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, ava bikin. Her wiha banga bidawîkirina dagirkirinê, ji bo ku şênî vegerên warên xwe û çareserkirina aloziya Sûriyê hate kirin.

(şx)

ANHA