​​​​​​​Şêniyên Çil Axa: Divê civaka navneteweyî dagirkirina dewleta Tirk ji axa Sûriyê re bi dawî bike

Îro bi sedan şêniyên navçeya Çil Axa ya kantona Qamişlo meşiyan û banga bidawîkirina dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve û rizgarkirina tevahiya herêmên Sûriyê, kir. Her wiha piştrast kirin ku heta rizgarkirina Efrînê ew piştgiriya şêniyên Efrînê dikin.

​​​​​​​Şêniyên Çil Axa: Divê civaka navneteweyî dagirkirina dewleta Tirk ji axa Sûriyê re bi dawî bike
​​​​​​​Şêniyên Çil Axa: Divê civaka navneteweyî dagirkirina dewleta Tirk ji axa Sûriyê re bi dawî bike
​​​​​​​Şêniyên Çil Axa: Divê civaka navneteweyî dagirkirina dewleta Tirk ji axa Sûriyê re bi dawî bike
​​​​​​​Şêniyên Çil Axa: Divê civaka navneteweyî dagirkirina dewleta Tirk ji axa Sûriyê re bi dawî bike
​​​​​​​Şêniyên Çil Axa: Divê civaka navneteweyî dagirkirina dewleta Tirk ji axa Sûriyê re bi dawî bike
20 ÇILE, 2021   21:03
 QAMIŞLO

Bi rasthatina salvegera 3`yemîn a destwerdana dewleta Tirk li dijî kantona Efrînê bi sedan şêniyên navçeya Çil Axa meşiyan. Meş ji çerxerêya şehîd Mesûm a li naverasta navçeyê destpê kir û li qada Geracê ya li bakurê navçeyê bi dawî bû.

Li qadê gelek axaftin bi navên Partiya Yekitiya Demokraîtk (PYD) endamê Meclisa Giştî ya partiyê Sirûr El-Şetî û endama Kongreya Star a navçeyê Nezhe Sîfdîn hatin kirin.

Axaftvanan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker di dirêjahiya 3 salên dagirkirina Efrînê de, bi sedan komkujî li dijî jinan û temenmezinan pêk anîn.

Axaftvanan berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG-YPJ) a li hemberî dewleta Tirk a dagirker silav kir û diyar kir ku têkoşîna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta rizgarkirina Efrînê û tevahiya herêmên Sûriyê berdewam e.

Axaftvanan bang li dewletên Ewropayê kirin ku dagirkirina dewleta Tirk ji bajarê Efrînê û tevahiya herêmên Sûriyê re bi dawî bikin.

Meş bi berzkirina dirûşmên şermezarkirina dagirkeriya Tirk û sûcên wê yên hovane yên li dijî sivîlan bi dawî bû.

(şx)

ANHA