Dewleta Tirk dîsa kûçikên har ber bi gundên Amûdê ve berdan

Dewleta Tirk a dagirker vê êvarê derdora 30 kûçikên har ber bi navçeya Amûdê ve ya kantona Hesekê berdan.

Dewleta Tirk dîsa kûçikên har ber bi gundên Amûdê ve berdan
20 ÇILE, 2021   19:46
 HESEKÊ

Dewleta Tirk careke din bi rêya deriyê sînor Xerze kûçikên har berdan nava gundên navçeya Amûde.

Li gorî çavkaniyên herêmî yên ji gundê Xerze, dewleta Tirk a dagirker vê êvarê derdora 30 kûçikên har ji deriyê sînor Xerze ber bi herêmê ve berdan. Li gorî agahiyan, ihtîmal heye ku kûçik nexweş bin. Ji ber wê şêniyên gundên sînor ji wan kûçikan metirsîdar in. 

 (şx)

ANHA