​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 23 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 23 kesên din li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koronayê ketine.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 23 kesên din bi koronayê ketin
19 ÇILE, 2021   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mustefa kesên bi koronayê ketine 9 mêr û 14 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 2

Qamişlo: 3

Dêrik: 1

Girkê Legê: 2

Çilaxa: 1

Kobanê: 1

Reqa :5

Tebqa: 3

Minbic:3

Şehba:2

Ciwan Mustefa diyar kir ku bi dehan pêketiyên koronayê baş bûne.

Bi vê yekê hejmara giştî ya pêketiyên koronayê li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê gihîşt 8 hezar û 363 kesan, ji wan 284 kes mirin û hezar û 182 kes jî baş bûne.

(bx)

ANHA