Berxwedana girtiyên siyasî bi biryardarî berdewam dike

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehên dewleta Tirk de li dijî tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di roja 54’emîn berdewam dike.

Berxwedana girtiyên siyasî bi biryardarî berdewam dike
19 ÇILE, 2021   08:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên siyasî yên ji doza Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK), di 27’ê Mijdara 2020’an de bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ku 21 sal in li girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F tê ragirtin û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Çalakiya girtiyan bi biryardarî di roja 54’emîn de berdewam dike.

Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî, li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengiya jinan di 18’ê kanûna 2020’an de, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê di roja 33’yemîn de dewam dike.

Welatiyên li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û piştgirî bidin çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan berdewam e, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Çalakiya bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hat destpêkirin. Çalakî di roja 16’emîn de dewam dike.