Civîna salane ya duyemîn a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser di roja duyemîn de ye

Civîna salane ya duyemîn a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja duyemîn de bi nîqaşkirina pêşniyarên ku ji aliyê desteyên girêdayî rêveberiyê ve hatine kirin, ji çapemeniyê re girtî dewam dike.

Civîna salane ya duyemîn a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser di roja duyemîn de ye
19 ÇILE, 2021   09:02
REQA

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh civîna xwe ya salan a duyemîn li dar xistibû. Desteya Serokatiyê ya rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevseorkên Rêveberiyên Xweser û Rêveberiyên Sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, serokên deste û nivîsgehên Rêveberiya Xweser û seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, beşdarî civînê bûn.

Tê payîn ku îro meclis civîna xwe ya salane ya duyemîn bi biryarên girîng û plansaziyeke karê 2021`an, bi dawî bike.

(cx)

ANHA