Şêniyên Reqayê banga bidawîkirina dagirkeriyê û vegera koçberên Efrînê kir

Ji bo şermezarkirina dagirkirina Efrînê ku ket sala 3`yemîn, bidawîkirina dagirkeriyê û misogerkirina vegera koçberên Efrînê ji warê wan re, îro Komîteya Fêrkirin û Perwerdeyê ya Reqayê bi dirûşma “Efrîn di dilê me de ye” xwepêşandanek li dar xist.

Şêniyên Reqayê banga bidawîkirina dagirkeriyê û vegera koçberên Efrînê kir
18 ÇILE, 2021   13:27
REQA

Bi sedan şêniyên Reqayê, mamoste, xwendekar û endamên saziyên sivîl, meclisên herêmî û partiyên siyasî yên Reqayê, beşdarî xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandanê ji çerxerêya El-Elem a bajêr dest pê kir. Xwepêşandêran dirûşmên silavkirina berxwedana Efrînê û şermezarkirina dagirkeriya Tirk ji Efrînê û herêmên din ên Sûriyê re berz kirin û banga rawestandina guhertina demografiyê û siyaseta tirkkirinê ya li herêmên dagirkirî, kir.

Xwepêşandêr li Qada Panorama ya rojavayê bajêr rawestiyan, li wir hevserokê Komîteya Fêrkirin û Perwerdeyê ya Reqayê Xelef El-Meter daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi navê mamosteyên Reqayê, em berdewamkirina dagirkirina bajarê zeytûnan û bajarê aştiyê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a zordar û çeteyên wê yên bi navê Artêşa Nîştimanî ku xwe firotina Osmaniyan ve, şermezar dikin.”

Di daxuyaniyê de her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî hate kirin ku li hemberî sûc û binpêkirinên li Efrînê têne kirin, bi berpirsyariyên xwe rabin.

Her wiha hate gotin ku divê aliyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan berpirsyarên xwe li hemberî koçberên Efrînê ku ji ber komkujiyên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji bajarê xwe derketin, pêk bînin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re dibêjin ku her yek ji me projeyeke berxwedana ji bo rizgarkirina hemû herêmên Sûriyê yên dagirkirî ye. Ev xaka me ye û cihê dagirkeran li vir nîn e. Wekî rêber Abdullah Ocalan dibêje ‘Yên ku ji welat hez bikin, ji jiyanê hez dikin. Yên ku ji welat hez nekin, ne hêjayî jiyanê ne .”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Q61FNH6ORsE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>