'Divê civaka navneteweyî gavên berbiçav li dijî dagirkeriya Tirk biavêje'

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navneteweyî kir ku dest bi gavên berbiçav ên li dijî dagirkeriya Tirk bike.

'Divê civaka navneteweyî gavên berbiçav li dijî dagirkeriya Tirk biavêje'
18 ÇILE, 2021   13:53
 QAMIŞLO

Bi dirûşma "Na ji dagirkerî û komkujiyan re, bi hev re jin û jiyanê biparêzin" Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Qamişloyê daxuyaniyek ji raya giştî re ragihand.

Endama Koordîneya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Taz Başa daxuyanî xwend.

Taza Başa got dagirkeriya Tirk armanca wê ew e ku projeya demokrat a ku Rêveberiya Xweser nûnertiya wê dike, tune bike. Taz Başa got: " Piştî ku 58 rojan li hember êrişên dewleta Tirk li ber xwe dan, dewleta Tirk a dagirker li ber çavê civaka navneteweyî û bi erêkirina Rûsya, Amerîkayê û rêjîm Sûriyê ya parastina axa Sûriyê erka wê ye û bi piştgirdayîna komên çeteyan, Efrîn dagir kir."

Taz Başa destnîşan kir ku piştî 3 salan ji dagirkeriyê hê jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirin û sûcên hovane yên kuştin, revandin û dizîna berhemên arkeolojîk li Efrînê pêk tîne.

Taz Başa diyar kir ku armanca dagirkeriya Tirk ji pêkanîna van sûcan ew e ku siyaseta guhartin demografîk û siyaseta tirkkirinê pêk bîne. Taz Başa wiha pê de çû: “Para herî mezin a sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji kuştin, revandin, tecawizkirin û destdirêjiyê ya jinan bû, her hewl didin vîna jinên azad bişikînin."

Taz Başa piştrast kir ku sûcên ku li dijî jin û şêniyên Efrînê pêk hatine, sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê ne.

Taz Başa pesna berxwedana Hêzên Rizgariya Efrînê jî da û got: “Em wek Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi vê boneya xemgîn, fedakarî û lehengiya hêzên xwe silav dikin û bejna xwe li hember şehîdan ditewînin."

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3Yx_UWbipPw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>